Ji ber koronayê kiras guhert
MURAT MANG/BIELEFELD
Li bajarê Elmanyayê Herfordê Kurdê bi navê Ahmet Çakar ê 69 salî ji ber vegirtina vîrusa koronayê 16’ê Nîsanê kiras guhert û wefat kir. Hevjîna Ahmet Çakar a Êzîdî jî bi vîrusê ketiye û di beşa dermankirina taybet de tê dermankirin..
Kurrê Ahmet Çakar, Seyfettin Çakar got, beriya bi 20 rojan sîmptomên nexweşiyê bi bavê wî re xwe dane der. Komên tenduristiyê ji wan re gotiye du hefteyan dernekevin derve. Dayika wî jî bi heman rengî bi nexweşiyê ketiye. Wî got, îna bihurî careke din hatine mala bavê wî û xwîna wî girtine û piştre bi lezgînî rakirine nexweşxaneyê. Wî wiha dewam kir: “Bavê min demekê li beşê dermankirina taybet ma. Piştre emeliyat kirin, lê nekarîn tiştekî bikin. Piştî ku birin nexweşxaneyê bi 6 rojan kiras guhert û wefat kir.”
Ji ber krîza koronayê ji ber ku nikare bavê xwe bibîne Seyfettin Çakar xemgîn e. Dayika wî jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Ew ji bo vê jî dibêje, “Dayika min jî niha li nexweşxaneyê ye. Rewşa wê giran e. Em nikarin wê bibînin. Rewşeke pirr xirab e.”
Seyfettin Çakar got, cenazeyê bavê wî li nexweşxaneyê ye, û heger karûbarên fermî bi dawî bibin, ew ê wî li welatê wî li Midyadê veşêrin.