Koca yê ji Haberturkê re axivî û diyar kir ku, “Ger weke meseleya rê bê dîtin jî lê di rastî de ne wisaye. Min xizmên xwe dibirin malê, yek ji wan ducanî bû. Dema ku min hewil da wê bibin nexweşxanê, polîs ji aliyê din dihatin. Îşaret dan min. Dema ku min jê re got ‘Memûr nexweş heye pêwîste bilez bibim nexweşxanê, bi gotina ‘Kuro ji min çi!’ bersiva min da. Koca aşkera kir ku, wextê min ji polîsan re got ez leşkerim jî, bi gotina; “Ji bo me çi ji leşkertiya te” bersiv dan. Û wiha got: “Di wê navberê de ez bi telephone li birayê xwe geriyam û ez bi Kurdî axivim. Ji ber ku ez Kurdî axivîm ji min re gotin, ‘Tu terorîstî’ û hemûyan bi hev re êrîşî min kirin. Dema ji min re gotin, ‘Em memûrên dewletê ne’ min jî got, ‘Ez jî leşkerim’. Destpêkê di nava wan de memûrê bi navê Mustefa hebû û wesayîta polîs ya 80188 hebû. Yek din jî binavê Ozgur hebû lê belê guhdarî wî nekirin. Piştre 4-5 wesayîtên din hatin. Hemûyan bihev re êrîşî min kir û xwe avêtin ser pişta min. Piştre ez kelepçekirim û avêtim wesayîtê de. Ez birim Yenîkapiyê cihekê tarî û tena, her wiha di wesayîtê de jî li min dan. Piştre ez xistim wesayîtê şûna min bibin qereqolê du demjimêran ez gerandim, ez nebirim qereqolê. Piştre ez birim danîm Nexweşxaneya Haseki’yê.”
'Polîs ceza nagirin'
Koca yê ku da zanîn ling, pişt, ser û destê wî de birîn hene, wiha got; “Ez niha şerm dikim ku li vî welatî jiyan dikim. Di nav de mirovên baş jî hene lê belê ev wisane.”
7 polîsan ya li kolanê bi telephone hatin kêşan û li televîzyonan belavbûn, Wezareta Navxweyî mufetîş şand. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpê kirin, erkê 5 polîsan rawestandin. Li Tirkiyeyê lêpirsînên ku di derbarê polîsan de hatîn vekirin, piştre bi awayek bilez têne girtin. Li gel dîmenên ku derketîn her sal bi hezaran bûyerên tundî û îşkenceyê yên polîs dikin tên jiyan kirin. Di xwepêşandanên aştiyan de polîs tundiyê bikartîne û di encam de mirovan dikujin. Lê belê polîs ceza nagirin, hemû caran yê ceza dixwe dîsa mexdûr bixwe ye.
STENBOL