Dewleta Tirk a dagirker û mêhtinger siyasetvanê Kurd Mahmûd Alinak 17ʼê Sibatê li bajarê Qersê bi îddîaya ku yekparebûna erdê Tirkiyê xira dike, girtibû. Der barê Alinak de îddîanameyeke ji 300 rûpelî hat amadekirin. Ji ber ku Alinak li cem Neteweyên Yekbûyî dixwaze kurdî û tirkî weke hev bêne hesêb ev di îddîanameyê de weke sûc tê hesêb. Hin kirinên din jî sûc hatine hesibandin, lê yên dewleta Tirk nas dikin dizanin ku esas ji ber mijara ziman cezayê hetahetayî ji Alinak re dixwaze.

Hêjayî gotinê ye, Alinak herî dawî pirtûka xwe ya ni navê ”Mehmet Tûnç û Bêkes” çap kiribû û dahata ji pirtûkê jî dabû malbata Tûnç.

Dadgeha vê dozê wê cara pêşî 13’ê Gulanê Qersê pêk bê.

NAVENDA NÛÇEYAN