Hunermendê navdar ê mûzîka Kurdî Dilşad Seîd ji ber nexweşîya xwe navberê dide kar û xebatên xwe yên muzîkê.

Dilşad Seîd ev demeke bi nexweşîyê re têdikoşe ku niha ji ber sedema ku dê dest bi çareseriya pizîşkî bike navberê dide muzîkê.

Hunermendên hevalên Dilşad Seîd radigihînin ku nexweşîna wî ji ber sermagirtinê lê zêde kiriye û ew neçar e ji bo demekê were dermankirin ku dê ji karê xwe yê hunerê jî dûr bimîne.

Dilşad Seîd herî dawî Sirûda Pêşmerge û Karesata Şingalê wek orkestra digel deng û awazên hunermendên Kurd pêşkeş kiribû.


Dilşad Seîd kî ye?

Dilşad Seîd di sala 1958´an de li Duhokê ji dayik bûye. Piştî xwendina bilind enstîtuta mûzîkê ya li Bexdayê wek asîstentê dîrîgend di orkestra telêvîzyon û radyo ya Bexda de kar kir. Ji sala 1984´an heta 1988´an li zanîngeha Wales xwendina xwe ya bilind berdewam kir.

Seîd ji xwendina xwe ya bilind dîplomeya mamostetiya hunerê wergirt. Piştre ew bû xwediyê diploma Solo-Geiger ya akademiya qraliyetê (Royal academy of music) li Londonê.

Ji nava sê musabeqa muzîkê ya di navbêra zanîngehan de li Brîtanyayê ew bû yekem.

Dilşad Seîd heta niha bi gelek mûzîkvanên Kurd ên navdar re kar kiriye. Wî li bajarê Duhokê Konserwatuareke muzîkê vekiriye û xebata xwe li wir dimeşîne. Albûma yekê ya Seîd bi navê ‘Variations on Kurdish Melodies for Violin’ e. 


 LONDON