Li ser rêya di navbera Hesekê û Amûdê de qezayek tirafîkê çêbû. Di encama qezayê de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Qeza doh saet 11.30’an, li ser rêya di navbera Hesekê û Amûdê de, 2 erebe li hev qelibîn. Li gorî agahiyên Hêzên Asayîşê yê Hawarî erebeya ji cureya “van” a kesê bi navê Ciwan Xanim ê ji bajarê Hesekê ye.

Ji 5 kesên jiyana xwe ji dest dane navê hinan wiha ye; jina bi navê Medîne Abdullah (60) ji taxa El-Ezîziyê ya bajarê Hesekê ye û yê din jî Mihemed Elî Reşîd ji kantona Efrînê ye, diçû Hesekê da ku lingê xwe yê di dema êrişkirina artêşa dagirker a Tirk de birîndar bibû derman bike. Her wiha navê 3’ê kesên din ên jiyana xwe ji dest dane nehat zanîn.

 

 HESEKÊ