Li Komelgeha Borikê ya Şengalê şeva din agir girte zeviyan. Şewatê zirar da 11 gundan û ziyaneke mezin çêbû. Ji ber şewatê Berzan Emer û Seet Sebrî jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku cenazeyên wan ji Tiba Edlî ya Mûsilê hatin girtin, li Goristana Şerfedîn a Çiyayê Şengalê bi amadebûna hezaran kesî hatin veşartin.

Qasim Xelef li ser miajarê peyivî û got:”Şewat ji ber temasa ceryanê derket. Dema ku me dît agir girte zeviyan, me kir hewar, xelk bi hewara me ve hatin. Em nêzî 5 kîlometreyan ji navenda Borikê dûr in. Heta xelkê xwe gihand me agir berfireh bû. Êdî me nekarî em agir vemirînin. Ji bo agir bi baxçeyên me nekevin destpê me nekarî xwe bigihin agir. Ji ber ku derdora me hemû dexlê hişk e. Em tirsiyan ku baxçeyê me jî bişewite. Piştî 4 saetan agir nêzî sînorê Rojava bû. Dema ku ba sekinî agir bi xwe vemirî.”

   

Ji ber birûskan zevî şewitin

Doh jî li gelek herêmên Cizîrê ji ber birûskê agir bi sedan hektar zeviyên genim û ceh ket. Tîma agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê yekser berê xwe da cihê bûyerê.

Ji ber birûskê gelek zeviyên çandiniyê yên gundê Girzerkî yê bajarê Dêrikê, şewitîn. Tîma agirkujiyê,tîma hewarî û şeniyên gund yekser berê xwe dan cihê şewatê û rê li pêşiya gurbûna agir girtin.

Şewat gihaşt nava gund

Di heman demê de li gundê Til Cemal ê girêdayî navçeya Girkê Legê jî nêzî 150 hektar dexl û dan şewitî. Her wiha gelek gundên ku dikevin başûrê navçeya Tirbespiyê jî agir bi dexl û danê wan ket, lê gundê ku şewat herî zêde lê gur bûbû, gundê Sofya bû, ji ber ku şewat gihaşt nava gund. Her wiha bûyera şewatê li gundewarên Amûdê jî rû da. n QAMIŞLO/ŞENGAL