Kesên piştgiriyê didin BDP'ê û beşdarî çalakiyên BDP'ê dibin jî para xwe ji vê yekê digirin. Herî dawî hunermend Halît Bîlgiç, ji ber ku di mîtîngê BDP'e de sitran sitrî ye bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" ji aliyê dadgehê ve rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat. Hunermend Bîlgîç, beriya hilbijartina Giştî ya 12'ê Hezîranê ji ber ku li navçeya Golê ya Erdexanê beşdarî mîtînga BDP'ê bû û konser da, ji ber sitranên xwe ya "Me di rêya te de di ber xwe da" û "Oremarê" rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat. Doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê der barê Bîlgîç de vebû bi encam bû. Heyeta dadgehê bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 10 meh czayê girtîgehê birî. Bîlgîç, bertek nîşanî ceza da û diyar kir ku wiha got "Ez hunermendekî ereb im. Li vî welatî ji bilî gelê Kurd hûn kê biparêzin û doza mafê wan bikin kes tiştekî nabêje. Kes dengê xwe nake. Lê ger hûn li vî welatî behsa gelê Kurd bikin û mafê wî biparêzin dê der barê we de doz bê vekirin û ceza bê birîn. Dema pirsgirek dibe Kurd û kêşeya Kurdî hûn dikevin bin êrîşa zext û zordariyan."

Bîlgînç, anî ziman ku sitrana "Em di rêya te de têkoşiyan" di albuma "Tu kulîlka min a azadiyê ye" de hate çapkirin û bi destûra Wezareta Çandê derket. Bîlgîç, destnîşan kir ku li gel vê rastiyê dîsa der barê vê sitranê de doz li wî hate vekirin û ceza hate birîn û wiha got: "Min li Îzmîrê bi rêya talîmatê îfade da. Dozger û dadgerên Îzmîrê jî maf dan min. Lê dadgeha Erziromê ceza li min birî. Dîsa ber ku di mîtîngek li Mêrdîne de mi gotibû 'Ger ku hûn agahî û nûceyên rast dixwazin li ROJ TV temaşe bikin' Dadgeha Cezayê Giran a Amedê salek ceza ji min dixwaze. Ev biryar dê di 28'ê mijdarê de bi encam bibe. Ezê dê qêrîna xwe ya ji bo azadî û aştiyê berdewam bikim."

DÎHA/ÎZMÎR