Kurdên Elewî, ku hê tirs û êşa komkujiya 38 sal berê ya li Mereşê ji ser xwe navêtine, vê carê ji ber kampa AFAD’ê ya li herêma Terolarê tê çêkirin, ji cih û warên xwe koç dikin.

Kampa AFAD’ê mînaka herî şênber a vê rastiyê ye, ku ji bo komên çete yên cîhadîst û selefî yên ji Sûriyeyê hatin, li herêma Elewiyan hat çêkirin. Bi zext û zordariya rejîma AKP/Qesrê re, li herêma Terolar a navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê, ku 24 gundên Kurdên Elewî li dorê hene, kampa AFAD’ê ya ji bo 27 hezar kesî hate çêkirin.

27 hezar cîhadîst bi cîh kirin

Tevî ku di dema çêkirina kampê de Elewiyên li herêmê dijîn û gel nerazîbûn nîşan da û kamp heta roja îro hê neqediya ye, nifûseke bi deh qatan ji şêniyên herêmê zêdetir, li kampê hatiye bicihkirin. Li vê kampa AFAD’ê  27 hezar çeteyên selefî û cîhadîst hatine bicihkirin. Elewiyên ku di sala 1978’an de ji ber qewm û baweriya xwe hatin kuştin û koçber bû, îro jî ji ber vê kampa AFAD’ê bi endîşe ne ku komkujî li wan bê kirin.

Rewş gihîştiye wê astê, Elewiyên ji ewlekariya jiyana xwe bi fikar in, ji niha ve dest bi terikandina herêmên xwe kirine. Hin malbatên li gundên li herêma Terolarê dijîn, ji ber vê fikar e koçî derveyî welat kirine. Bi vî rengî, ev kampa AFAD’ê ya ji bo koçberkirina Elewiyan hatiye amadekirin, encamê bi dest dixe. Malbatên ku dibêjin, “Êdî siberojeke me nîne” berê xwe didin xizmên xwe yên li derveyî welat. 


ANF / MEREŞ