Li Xelfetiya ji avahiyên bi hostatiya Ermeniyan û avahiyên dîrokî, gelek dêr, keşîşxane û goristan di binê avê de man. Bi vî rengî dîrokek ji holê hat rakirin. Bendava Bêrecûkê her wiha navenda navçeyê û 7 gund di binê avê de hişt. Herêma bajarê antîk Zeûgma jî di nav de bi dehan gundên navçeya Nîzîp a Dîlokê di nava ava vê bendavê de man.

Piştî çêkirina bendavê jî, hesasiyet û eleqeya pêwîst nehat nîşandan. Xemsariya li pêşberî avahî û berhemên ji ber bendavê man, bû sedem ku avahiyên dîrokî yek bi yek xera bibin û ew bedewiya xwe ya xwezayî ji holê rabe. Li vê navçeya ku salê bi sed hezaran tûrîstên xwecihî û biyanî tên serdanê, ji aliyê tûrîzmê ve tiştekî baş nehatiye kirin. Ev yek jî nêzîkatiyên polîtîk ên li herêmê radixe pêş çavan.

Piştî ku Qanûna Bajarê Mezin di sala 2014’an de ket meriyetê, navçe bi giranî ket bin însiyatîfa Bajarê Mezin a Rihayê. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP’yî jî, ji ber rewşa polîtîk a navçeyê, bi xemsarî nêzî Xelfetiyê bû. Ev xemsarî roj bi roj zerareke girantir li navçeyê dike.

Esnafên Xelfetiyê dibêjin ku cihên dîrokî yên ji binavbûnê rizgar bûne, tûrîstan ber bi xwe ve dikişînin, lê belê ji ber xemsariya li van herêman, hejmara tûrîstan kêm dibe û tûrîstên ji bo dîtina Xelfetiya berê tê, naxwaze careke din were. 


 ANF/RIHA