Taybetiya karê kaşkaşkiyê ew e ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê tenê li Amedê heye. Di cîhanê de jî di welatên herî xizan de wek Pakîstan, Endonezya û li Afganîstanê heye. Karkerê kaşkaşkiyê bi navê Bereket Tûnç, diyar kir ku nêzî 25 sale vê karî dike lê dîsa jî debara xwe bi zorê dike û wiha got: "Em di kirê de ne. Kirê jî 250 TL ye. Di malê de ez tenê dixebitim. Em 2 meh li ser hev dixebitin jî dîsa em nikarin deynê xwe bidin. Karê kaşkaşiyê bi zorê zikê me têr dike. Karê me zivistanê qet tûne ye, lê havînê carnan kar çêdibe. Havînê jî dema zebeşa kar derdirkeve. Em zebaşa bar dikin. Ev kar tenê li Amedê tê kirin. Ev karê me zehmet e lê em bi neçarî dikin. Em dixwazin li Amedê kargeh vebin."
Welatiyê bi navê Îzettîn Îpek ji, diyar kir ku barên wek komir û alavên malan bar dikin û wiha axivî: "Em feqîr in û xizan in. Em belkî 20 torbe bar dikin ser kaşkaşê û 3 kîlometre dikşînin. Gava em baran dikşînin malan, li avahiyan serê torbeyekî pere digirin. Serê torbe ji me re 2 TL dimîne. Di rojiya Remezanê de jî hinek kes xêra xwe alikariya me dikin. Min berê dikandariyê dikir. Li wê derê dikana min xirabû. Ez jî neçar mam hatim vê derê û dest bi karê kaşkaşiyê kir. Ev 4-5 sale karê kaşkaşiyê dikim. Min berê karê beton şikandinê dikir, ji ber ku kar giran bû ez nexweş ketim. Niha jî ez neçar mam ku vî karî bikim. Karê barkişandinê ez nikarim bikim. 50 kîlo torbeyê çîmento ez nikarim bikşînim. Di vê karî de êdî temenê min çû."

Ewlehiya kar tune ye

Welatiyê bi navê Vedat Kaya ku 30 sale vê karî dike anî ziman ku gelek barên giran dikşînin û ev jî ji bo wan gelek zehmet e. Kaya, da zanîn ku di vê karî de çi hebe ew dikşînin. Kaya, destnîşan kir ku ji ber ku li Amedê di nava kuçeyan de maşîne derbas nabin, welatî barên xwe bi kaşkaşiyê dibin û tînin. Kaya, anî ziman ku niha li Amedê kar tûne ye û ev tişt got: "Ez karibim li vir kar bikim ez dê li welatê xwe bimîn im. Heke nebe ez ê biçim Stenbolê. Li her welatî febrîqe hene. Li Amedê jî febrîqa hebûya dê me vê karî nekiribûya. Di karê me de ne sîxorta heye, ne jî ewlehiya me heye." 

DÎHA/AMED