Berhemên wênesazî û karên destan ên ku 30 zarokên Kantona Efrînê çêkirine, hatin pêşandan.

Desteya Çand û Huner a Kantona Efrînê bi armanca ku zarokan teşwîqî wênesaziyê bike pêşangeheke berhemên wan ên wênesazî û karên destan vekir. Vekirina pêşangehê bi merasîmekê pêk hat ku nûnerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, TEV-DEM û Kongreya Star tê de amade bûn. 



Pêşangeh ji aliyê mamosteya wênesaziyê Hela El-Elî ve hate vekirin. El-Elî bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca vê pêşangehê bipêşxistina afirîneriya zarokan e da ku teşwîqî wênesaziyê bibin. Di pêşangehê de, 50 tablo û karên destan ên 30 zarokan hatin pêşandan. 


EFRÎN