Muzîkjena lehî (polon), Petra Nachtmanova ji bo keşifkirina sir û raza sazê ji Berlînê radibe dihere Xorasanê. Ew rêwitiya wê ya 10 hezar km û bi hefteyan jî, bû mijara filma “Saz“ê.
Ev belgefilm yekem filma metraj dirêj a derhêner Stephan Talneanu ye. Film promiyera xwe li Sînemeya Beyoglu ya Stenbolê çêkir.
Petra, ji bo hîn bibe ku ev înstruman bi sedsalane çawa di dilê miletan de cih girtiye, ji Berlînê da rê û 7 welat û 10 hezar kîlometre rê kir, û çû Xorasanê. Petra bingeha vê înstrumanê ji Erdal Erzîncan, Erkan Ogur, Murat Ertel, Ayşe Şewaxî, Mubarîz Alîyev, Tellî Turnalar, Ogur Firat, Umurt Erdogan, Saz Ensemble û Tatavla Keyfî keşf kir.
Ez bi zarokan re çûm kursê
Petrayê got, beriya bi 10 salan li Berlînê rojên yekşemê bi zarokan re çûye kursa sazê û wiha peyivî: “Ev zarokên penaber bûn. Min jî meraq kir. Li ser meraqê ez bi wan re elaqedar bûm. Bi kursê re min jî li sazê da. Mirov dibêjin qey tenê însturman e lê ne tenê înstrumanek e. Erê mirov lê dide lê ya girîng stran û helbest in. Ya herî girîng jî gotin e.”
Petrayê paşê hînî Tirkî jî dibe û bi vê jî nahewe ji bo zanîn û fêhmkirina dîroka sazê dest bi rêwitiyê dike. Petrayê got ku fikra kişandina belgefîlm aydê Stephan Talneau bûye û got, wan hewce dîtiye înstrumanek wisa bi Ewropayê bidin nasîn.
JINNEWS/STENBOL