Muslim Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a duh hat îlankirin jî pîroz kir û got: “Ev gav ne tenê ji bo Rojava ye, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn gavekî girîng û pêwîste.”

Hevserokê PYD’ê  Salih Muslim, Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya ku duh hat îlankirin û civîna Cenevre 2 ji Rohanî TV re nirxand. Muslim Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a gelan pîroz kir û ragihand ku ev gava dîrokî deynekî cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li wan bû.
Muslim li ser bingehê îlankirinê balkişand li ser pêşketinên 2 salên dawî li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li demeke damezrandian Komara Mahabdê rast hatiye lewma hîn bêtir watedar bûye û got: “Kesî ev destketî pêşkêş û radestî Kurdan nekiriye. Kurdan û gelên pê re dijî, bi keda xwe ev destketî bi destxistine.”
Muslim destnîşan kirin ku ev gavên hatin avêtin ne tenê ji bo  Rojava ye, ji bo Rojhilata Navîn jî gaveke girîng û pêwîste.
Muslim destnîşan kir ku cara yekem e gelan rêveberiya xwe bidest xistin û got ku pêngava hatiye avêtin ji bo azadiya gelên herêmê gaveke rast e.
Salih Muslim der barê civîna Cenevre 2 ya ku îro hat destpêkirin de jî ragihand ku ji bilî gelên Sûriyeyê her kes beşdar bûne.
Muslim got, “Li Cenevre 2 temsîliyeta gelê Kurd nîne” û daxuyaniya dawî ya TEV-DEM’ê bibîr xist. Muslim destnîşan kir ku Kurd wê bi konferanseke ku lê Kurd nayê temsîlkirin û pirsgirêka Kurd lê nayê nîqaşkirin re dilsoz nebin. Muslim bang li kesên ku Konfransa Cenevre 2 li dardixin kir û got: “Eger hun bi rastî dixwazin demokrasiyê bînîn Sûriyeyê vê yekê baş bizanibin ku bêyî Kurdan çareserî nabe. Ti hêviyên me ji Cenevre 2 nîne. Ti hêviyên gelê Sûriyeyê jî ji vê konfrensê nîne.”

BRUKSEL