Bahtin: Ez we fêm nakim, hun çima hewqasî zêde serê xwe bi nasnameya neteweyî re diêşînin. Gelo netewa çiqasî giring e? Bi destxistina nasnamê çima hewqasî giring e.
Connolly: Pirsgirêk ne nasnameya me bi tenê ye, erêniya nasnameyan e. ji bo ku em paşerojên xwe fêm bikin, pêdiviya me bi azadiyê heye. Îro em nizanin em kî ne û xwe çawa bidin naskirin.
Di dema ku Konferansa Cenevre 2, li bajarê Montro hate lidarxistin û ji bilî gelên Suriye her kes, li ser masê amade bû de. Li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate îlan kirin. Guman dikim, gotinên jor û gotinên nîviskarê romana “Keleha Fedaiyên Alamutê”, Peter Willy, ku dibêje: “Bêyî ku ez girêdayî qanunên dem û mekan bimînim, dixwazim hukumraniyê li ser her tiştê ku haraket dike bikim” hevûdin temam dikin. Ev gotin, li dijî hêzên ku îradeya gelên li Suriye nas nekirin, watedar in. Hêzên ku dixwazin hukumraniya xwe “li ser her tiştê haraket dike” nîşan bidin, gavên mezin diavêin û dixwazin her tiştê xwe weke “mucîzeyên pêxemberan” nîşan bidin. Lê heta îro, ti hêzan zincîr li îradeya gelan nedane.
Cenevre 2 di destpêkê de bi holka şerê navbera Tirkiyê û Suriye. Normal e. Ji ber ku Tirkiyê ji destpêkê û heta îro têkildarî şerê li Suriye ye: Bi gotina wezîrê karên derve yê Suriye Welîd Muallîm, “Tirkiyê wek dewletek terorîst, çeteyên terorîst destek dike”. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmed Dawudoglu, bi rûdêneke reş gotinên berê dubare kirin. Di heman demê de, Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan jî, li Burkselê, vekirî got; “em li dijî PYD’ê şer dikin.”
Ev gotin, mikur hatine 7 TIRên tejî çekan û erê kirina gotinên Welîd Muallîm e. Lê ne bêhvila Ahmed Dawudoglu, ne jî bêhvila Tayyip Erdogan ji rastiyan dişewite. Rastiya Komara Tirkiyê, derya derew û bêbextiyan e.
Mîna axaftina navbera Mîhaîl Bahtîn û James Connoly; ji dema Osmaniyan û heta îro, di mijara Kurdan de, derew û bêbextî bûne xwarina li ser sifra siyasetmedarên Tirk. Nıjadperestiya Tirk, di tara bêjinga paradigmeyên cûreyî de, weke xencera her du aliyên wê tuj, kar kiriye û dike. Di lîteretûra siyasî, hiquqî û demokrasî de bûye girêka kor. Ev girêka kor, bendeyî Skenderê Mekodenî ranaweste. Bi vê pêwanê gelê Rojavayê Kurdistanê jî, li bendeyî Konferansa Cenevre 2 nema, biryara xwe da û Rêveberiya Demokratîk a Kantona Cizîrê, ji raya giştî re deklere kirin. Gel bixwe bû dermanê birînên xwe. Gel bi xwe destnîşan kir ku çavkaniya çareseriya Suriye, li Suriye ye û di destên gelên Suriye de ye.
Hêzên ku terorê, kuştinên hovane û barbarî transferî Suriye dikin, nikarin pirsgirêkan jî çareser bikin. Tirkiye yek ji wan dewletan e ku, di derya metîngeriya xwe de fetisî ye, wê çawa dikaribe li Cenevre 2, rewşeke cûda û erênî nîşan bide. Tayyip Erdogan li navenda Yekîtiya Ewropa û li pêşberî cîhanê, eger bêje “em li dijî PYD’ê şer dikin”, ev tê wateya ku, Hîtlerê demê ye û şerê sêyemîn yê cîhanê di kesayeta Suriye de didomîne.
Erdogan, di heman kêlîkê de got, Bakurê Kibrisê tevahiya Kibrisê temsîl nake. Yanî Rum nikarin temsîliya Tirkan bikin. Gelo xwediyê van gotinan, çiqasî dikare gelê Kurd li Bakur temsîl bike? Gleo çiqasî dikare di paşerojên cîhanê de dilsoz tevbigere û bibe garantiya aştî, azadî, maf û demokrasî?
Rayedarên desthilatdariya AKP’ê, ji aliyekî ve bi Kurdan re diyalogê dideynin, sozan didin, lê ji aliyê din ve êrîşên tunekirinê didine dest pê kirin. Îro jî, bingeha êrîşên piştî hilbijartinên herêmî amade dikin û meşruiyeta wê amade dikin.
Bi vê pêwanê, dîtin û nirxandinên gelek siyasetmedar, rojnamevan û entelektuelên Kurd, “piştî hilbijartinan şerekî dijwar wê dest pê bikê” mirov dikine nava gumanên metirsînî. Kesên van gotinan dibêjin, karakterê komara Tirkiyê baş nas dikin.
Xaleke din: Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê têk çû. Hemberî ku, rê li ber Kurdên Rojava girt û ne hişt di Konferansa Cenevre 2 de cih bigirin jî, ketiye kompleksa têkçûnê. Li Bakur jî, li Rojava jî, li Ewropa jî têkçûnê dijî. Erdogan û zewatên li dora wî, kîndar in. Her gotina wan tercumeya “acziyeta” wan e. Lê nexşeyeke metirsînî jî nîşan dide. Her nefesa ber bi Kurdan berdidin, kînek û ahênekê difûrîne. Ev zordestiya, di çarçoveya projeya sazkirina netew-dewletê ye. Mixabin piştî 84 salan jî, ev kompleks berdewam dike; navê komarê lê ye, lê faşîzma veşartî ya Înonu û Fewzî Çakmak; metîngeriya bi bîrdoza Necîb Fazil Kisekurek û Mehmet Emîn Ersoy tê xwedî kirin, berdewam dike.
Di qonaxa îro de; Li Rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate avakirin, li Bakurê Kurdistanê “defacto”ya Kurdan, parlamento jî di nav de, li tevahiya movikên skeleta Tirkiyê weke “nebê nabe” derketiye holê.
Di qada navneteweyî de; îro di kesayeta Suriye de, li bajarê Swisre Montro ku bi navê Cenevre 2 tê dikirandin de, di kulîsên bazarên diplomatic de, wê mijara Kurdan werê axaftin. Bi gotina James Connoly, “pirsgirêka Kurdan daxwaza azadiyê ye û ev daxwaza li ser nasnameya neteweyî hatiye ava kirin. Çend dewşirmeyên li dora Erdogan, nikarin vê herka dîrokî bidin rawestandin. Êdî Cenevre 2 nikare bibe Lozana 2’mîn. Ji ber ku, Kurd nema derfetên didin miratzedeyên dewşirmeyên mîna Zulkuf Tigrel’an..
Gotina dawî: Têkoşîn bûye nasnameya gelê Kurd. Zor, tirs û riza bi tisê, nema dikarin bibin gotinên efsûnî û bi zimanê rayedarên Tirk dubare bibin. Kurd bi xwe û li ser navê xwe diaxivin. Cenevre 2 wê bibe gora Lozanê, wê bibe gora metîngeriya Tirkîtiya kesk û spî.
Ji bilî têkoşînê riyeke din nebû û nîne
Zanistê Îrlandî Terry Eaglaton, di romana “Azîz û Aliman” de, diyaloga navbera şoreşgerên Îrlandî James Connoly û Mihaîl Bahtîn de bi vî rengî dide: