Li navçeya Til Sosin a girêdayî Şehbayê goreke komî hate dîtin. Di gorê de termên 6 çeteyên koma bi navê El-Ceyş El-Hur hatin dîtin. Şaredariya Gel bi hevkariya Yekitiya Oldaran cenaze defin kirin.

Gora komî ji alî Efrîniyekî ve hat dîtin ku, li navçeya Til Sosin bi cih bûye û gava dixwest mala xwe paqij bike, rastî cenazeyên 6 kesan tê.

Efrînî di cih de xeberê dide Şaredariya Gel. Kadroyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd piştî vê berê xwe didin cihê cenaze lê ne. Yek ji xebatkarên tendurisiyê ku term derxistin, diyar kir ku dema beriya 4 salan çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kiribûn, ew kes hatibin kuştin.

Bi rêûresma olî hatin definkirin

Di dema lêkolîn û rakirina terman de nasname di berîka yekî ji wan de hate dîtin. Bi nasnameyê hate teqezkirin ew kes girêdayî çeteyên El-Ceyş El-Hur in. Kesê ku nasnameya wî hate naskirin, bi navê Mustefa Şêx Hîlal Şehade ji gundê Til El-Medîq e. Piştî ku termên çeteyan ji aliyê şaredariyê ve bi hevkariya Yekitiya Oldaran hatin rakirin, li gundê Til Sosin ê girêdayî kantona Şehbayê hatin definkirin.

 

ŞEHBA