Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo salvegera 7’an a Komkujiya Roboskê nameyek ji nûnerê gelê Roboskê û wekîlê HDP’ê yê rehîn Ferhat Encu re şand. Di nameyê de kesên ku di Komkujiya Roboskê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Hevserokan di nameyê de got, “Ew ê nikaribin Komkujiya Roboskê bi ‘qezayeke’ bi nav bikin û li ser refên tozgirtî deynin. Têkoşîna me ya heqî û azadiyê, têkoşîna me ya jiyana bi rûmet û aştiyê bi teqezî rojekê wê heqîqetan ronî bike. Her çi jî bikin, wê nikaribin ser vî sûcê li dijî mirovahiyê binuxumînin. Em weke Hevserokên HDP’ê, soz didine te, malbatên bi kul û êş ên Roboskî û hemû gelê xwe; ev hesab wê nemîne roja mehşerê. Em, barê giran ê hemû berdêlan li milê xwe dikin, êşê parve dikin, hêrsa xwe dikin têkoşîna hevpar û dibêjin, ´Heta ku em berpirsên Roboskî bînin ber dadgehê, bi hemû hêza xwe em ê têbikoşin. Roboskî ji bo her kesî ezmûna wijdan û mirovahiyê ye. Em bang li wan kesan dikin ku naxwazin dahatuya Tirkiyê radestî faşîzmê bikin da ku xwedî li bîranîna 34 canan derkevin.”

7 sal derbas bûn

Serokê Roboskî-Der a ku bi biryara di hukmê qanûnê de (KHK) hat girtin, Velî Encu jî der barê salvegera Komkujiya Roboskî de peyîvî. Encu miracaeta Komkujiya Roboskiyê ya DMME’yê red kirî nirxand û got, “Girîngî nedan dosyeyê. Divê hiqûqnas ji bo kiryaran derxin pêşberî edaletê bixebitin. Heta ku berpirsyar derkevin pêşberî edaletê em ê têbikoşin. Divê wek jiyana rojane ya mirovekî li vê dosyeyê bihata nêrîn. Çi tiştê ji destê me hat me kir û me ti demê tawîz nedan. ”

 

MA /ŞIRNEX