Li bajarê Kobanê bi minasebeta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Desteya Malbatên Şehîdan û malbatên têkoşeran li parka “Rêber Apo” ya Kantona Kobanê 100 darên fistiqan çandin. 

Pîştî ku darên fistikan hatin çandin Serokê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Mehemed Xan rojbûna Ocalan pîroz kir û got, rojbûna Ocalan bûye rojbûna gelên bidest û azadîxwaz.

Kongreya Star a Kantona Kobanê jî bi tevlîbûna endamên Saziyên Civaka Sivîl û nûnerên Rêvberiya Xweseriya Demokratîk 300 dar çandin.


Gul û dar çandin

Li bajarê Til Koçerê jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Kongreya Star li herêma Til Koçer a girêdayî bajarê Girkê Legê Parka bi navê “ Parka Rêber Apo” bi şahiyekê vekir û  tê de gul û dar çandin.

Di şahiya vekirina parkê de bi dehan şervanên YPG/YPJ, endamên saziyan û nûnerên TEV-DEM ê amade bûn. 


 ANHA/KOBANÊ/TIL KOÇER