Di navbera 17-18’ê îlonê de li ser banga BDP, KCD, HAK-PAR û KADEP’ê 183 akademîsyen, rewşenbir, nivîskar û siyasetmedarên Kurd ji bo „Yekîtiya Neteweya Kurd“ niqaş bikin li Amedê kom dibin. Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelik, diyar kir ku ev konferans pir girîng û watedar e û dê bikin platforma azadiya gelê Kurd. Cîgirê Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfu Baksil jî anî ziman ku vê konferansê di nava Kurdan de yekîtiyek ava kiriye û got: „Saziyên demokratîk, komên baweriyên olî û hemû beşên civakî beşdarî vê konferansê dibin û ji bo çareseriyê pirsgirêkan niqaş dikin. Ev yekîtiya Kurdistanê derdixe holê.“
Dê di konferansa „Yekîtiya Neteweya Kurd“ ku di pêşengiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Azadî û Mafan (HAK-PAR) û Partiya Demokrasî û Beşdariyê (KADEP) de pêk bê 183 hunermend, siyasetmedar, rewşenbir û nivîskar amade bibin. Di konferansa ku li Amedê pêk tê dê „Yekîtiya Neteweyî“, „Di Makeqanûna nû de statuya Kurdan“ û mijarên din bên niqaşkirin.

Banga yekîtiyê 
Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Umît Tektaş, diyar kir ku yekem car dê bi beşdardiyek ewqas mezin banga Yekîtiya Neteweya Gelê Kurd bê kirin û ev konferans ji bo pêşeroja gelê Kurd gavek dîrokî ye. Tektaş, anî ziman ku Kurdên Tirkiyeyê yekem car wisa bi tevlêbûnek mezin li hev kom dibin û li ser yekîtiya neteweyî niqaş dikin. Tektaş, destnîşan kir ku ew armanç dikin li hemberî pirsgirêkên hevbeş çareseriya hevbeş ava bikin û yekîtiya neteweya Kurd xurd bikin.

Heyeta aştiyê 

Tektaş, daxuyand ku Komîteya Amadekariya Encamnameyê ku ji 11 kesan pêk tê dê bê avakirin û ji destpêkê heta dawî dê konferansê bişopînin û encamnameya konferansê dê wekî danezanekê biweşînin. Tektaş, bilêv kir ku dê piştî konferansê Heyeta Aştiyê ava bikin û ev heyet ji bo her tim xebatên aştiyê bimeşîne dê mayinde be. Tektaş, bibîrxist ku yek ji hedefa konferansê jî derdorên din yên Kurdistanê nêzîkî Tevgera Azadiya Kurd bikin û wiha got: „Em dê niqaş û nirxandinên 2 rojan hemûyan wekî girtekekê bigirin û bikin pirtûk.“

Platforma Azadiyê 

Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, jî anî ziman ku ew armanç dikin vê konferansê bikin platforma azadiya gelê Kurd. Çelîk, bilêv kir ku ew dê di vê konferansê de ruh û mejiyê Kurdan di bin sîwaneyekê de kom bikin û yekîtiya neteweya Kurd xurt bikin û wiha got: „Em dikarin di vê konferansê ye yekîtiya neteweya Kurd û yekîtiya hêzên demokratîk ava bikin. KCD û BDP’ê dikarîbû bi tenê ev yek pêk bînya, lê em dixwazin bêtir cih bidin tevahiya gelê Kurd û demokrasiyê. Em li azadiya ku her kes xwe têde bibîne digerin. Li ser bingehê demokratîk a rewa em dixwazin qadek nû ava bikin.“

Yekîtiya Kurdistanî 
Cîgirê Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfu Baksil jî destnîşan kir ku ev konfrenas perçeyê Konferansa Neteweya Kurdan a Mezin e û wiha axivî: „Beriya ku em dest bi konferansa giştî ya Yekîtiya Netneweya Kurd bikin em dixazin li Tirkiyeyê Konferansa Kurdan pêk bînin. Em dixwazin di serî de pirsgirêk û rewşa Kurdên Kurdistana Bakur tespît bikin û pêşniyarên çareseriya pirsgirêkan zelal bikin. Vê konferansê ji niha de di nava Kurdan de yekîtiyek neteweyî ava kiriye. Ji ber ku hemû sazî û dezgehên demokratîk, saziyên bîr û baweriyê û partiyên siyasî yên Kurdan beşdarî vê konferansê dibin. Ji ber vê yekê gelek girîng e.
Baksil, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: „Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Rakirina tecrîla li ser Ocalan ji bo pêşxistina aştiyê gelek girîng e. Ji bo aştiyek mayinde pêk bê divê tecrîd rabe, operasyon bi dawî bibin û diyalog dest pê bike.“ 

EVRÎM KEPENEK - DÎHA - AMED