Diaz diyar kir ku di referandumê de encama “na” ya ku derketiye nayê wateya şer. Diaz a nirxandina “weke jinekî di pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê de cih girtin hesteke pir xweş û derfetek bû” kir wiha axivî: “Heke sûdeke min a biçûk jî pêk hatibe vê gelek min kêfxweş kiriye. Heta dawî me israr kir, civaka sivîl jî bi mere hevkarî kir. Me ferq kir ku divê em bi taybetî artêşê jî beşdarî hevdîtinan bikin. Me ji hevdîtinên berê encam derxist. Mirovên ku rola wan girîng e jî beşdarî hevdîtinan kir. Ji bo ku em xwe bigihînin beşên cuda yên civakê gelek derûdor me girt nava vî karî.”
Ji bo aştiyê îradeya siyasî şert e
Diaz got ku kesên ku dixwazin pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin divê xwedî îradeya siyasî bin û wiha axivî: “Di esasê xwe de ev di encama îradeya siyasî de tê. Lê divê ev îrade bê afirandin. Hin mirov dîrokê baş dixwînin û fêm dikin ku siyaset ji bo van karan riya herî baş e.”
Rola aktorên navneteweyî girîng e
Diaz ji bo hin hevdîtinan bal kişand li ser çavê sêyemîn û wiha got: “Divê aktorên navneteweyî jî di nava kar de bin. Rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên cuda dikarin rol bilîzin. Hûn dizanin îrdaye siyasî li ciheke dernaketev ev bi di encama danûstendina fikr û bikaranîna dînamîkên civakê dikane derkeve holê.
Encama referandumê nayê wateya şer
Diaz encama referanduma li Kolombiyayê jî şîrove kir û wiha axivî: “Bi salan şer hate kirin û gelek kes hatin windakirin an jî surgunkirin. Lê li gorî min ev kes ji bo bidawîkirina şer fersendek bû.” Diaz anî ziman ku di encama referandumê de derketina “na” nayê wateya ku careke din vegera şer dê bibe, agirbest dê bidome.
DÎHA / STENBOL