Nûnerên BDP, ESP, EMEP, DDKD, KADEP û OSP'ê li ser mijdarên di rojevê de li Salona Civînê ya KCD'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê Rêxistina ESP'ê yê Amedê Ramazan Karakaya li ser navê partiyan daxuyanî xwend û diyar kir ku, manewrayên siyasî yên AKP'ê yên di pêvajoyên berê de jî bikaranîn êdî tu fêde nakin û wiha got: "Li ser banga Birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bidawî bû. Piştî muhatabiya gelê Kurd derket holê, bêtehemûliya AKP'ê zêde dibe. Erdogan û alîkarên wî têkçûyîn hazimnekirin, mafê destnedayînê yên parlementerên Kurd weke gef bikartîne."


Kurd wê xwedî li wekîlên xwe derbikevin

Karakaya anî ziman ku, wekîlên BDP'ê û Blokê tu caran xwedî mafê destnedayînê nebûn û da zanîn ku Kurd wê her tim xwedî li wekîlên xwe derbikevin û wiha pê de çû: "Kursiyên meclîsê hilbêjirên Kurd nehilbijar vîna gelê Kurd hilbijart. Wekîlên Kurd ji meclîsê dûrxistin gelê Kurd ji meclîsê dûrxistine. Em teqez li hemberî rakirina mafê destnedayînê bêdeng naminin û bi rihê serhildanê li berxwe bidin."

Ocalan pêşî li mirinan girt

Endamê Meclîsa BDP'ê Înan Kizilkaya jî diyar kir ku, heke bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin tê kirin divê ji raya giştî re bê aşkerakirin û wiha got: "Birêz Ocalan di çalakiyên greva birçîbûnê de pêşiya mirinan girt û bi vê yekê li Tirkiyeyê ji bo aştiyê hêviyek afirand. Divê ji bo aştiyê şertên Ocalan bên amadekirin. Heke AKP di aştiyê de samîmî be wê dawî li operasyonên leşkerî û siyasî bîne."

AKP divê samîmî be

Serokê Rêxistina EMEP'ê yê Amedê Mehmet Aslanoglu jî diyar kir ku wê her tim piştgirî bidin parlamenterên BDP´ê. Aslanoglu bal kişand ser daxuyaniyên şêwirmendê Serokwezîr Yalçin Akdogan û wiha axivî: "Em berê jî rastî rewşên wisa hatin. AKP di civakê de hêviyê diafirîne û pişt re dest jê berdide. Heke AKP samîmîbe bila gavên berbiçav bavêje." Aslanoglu anî ziman ku, ji bo aştiyê divê astengiyên li pêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên rakirin û wiha axivî: "Divê ev pêvajo neyên hebakirin. Divê AKP samîmiyeta xwe nîşan bide. Gava vê yekê ya berbiçav, serbestberdana bi hezaran girtiyên siyasî ye. 

DÎHA/AMED