HÊVÎDAR HERANÎ / ANHA / KOBANÊ

Hevserokê Desteya Parastinê yê Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen got, çawa ku hêzên navneteweyî rojeke cihanî ji bo Kobanê diyar kir, pêwîst e ji bo avakirina dadgeha darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî amade bin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”

Ismet Şêx Hesen diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê di sala 2015’an de li Kobanê hatin şikandin û di 23`yê Adara 2019`an de li bajarokê Baxozê bi dawî bûn. Ji bo wê divê dadgehek ji bo darizandina DAIŞ`ê li Kobanê were avakirin û DAIŞ bi qanûnên navneteweyî were dadgehkirin.

Şêx Hesen got, “Divê DAIŞ li cihê ku bi hezaran zarokên me şehîd xistine, anku li Kobanê were darizandin û hesab jê were xwestin.”

Ismet teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku derbasî dewletên biyanî dibin û li wir dibin sedema  tevliheviyê û teqînan, bi rêya deriyên Cerablûs û Babê diçin Tirkiyeyê û ji wir jî derbasî dewletên biyanî dibin: “Ev jî dide xuya kirin ka çawa Erdogan li Kobanê alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dikir, îro jî dixwaze çeteyên mayî li dewletên biyanî belav bike.”