Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên ku nerazîbûna gel ji sîstema heyî ya desthilatdariya siyasî û her du partiyên sereke yîn Başûrê Kurdistanê YNK û PDK´ê dewam dike. Li navenda xwepşandanên doh de dîsa naveya Silêmaniyê Ranya hebû, lê gulebaranê jî xelk neda paş. Li bajarokê Hacîawa yê ser bi Ranya jî di destwerdana hêzên ser bi YNK´ê de 2 xwepêşandar birîndar bûn. Hikûmeta Hewlêrê di karê pêşîgirtina li belavbûna xwepêşandanan de berdewam e. Li Hewlêrê gelek kes hatin binçavkirin û komleyeke li dijî gendeliyê jî hat girtin. Li navçeya Ranye ya ser bi Silêmaniyê, xwepêşandanên gel ên dijî desthilatdariyê ve 5 roj in didomin. Hêzên ser bi YNK´ê doh jî hewl dan dawiyê li xwepêşandanê bînin, her çiqasî xwestin bi guleyan pêşî li xwepêşandanê bigirin jî, nekarîn li pêşiya daxwaza gel a lidarxistina xwepêşandanê derkevin.   Vîna xelkê bi ser ket Weke bajarên mayî yên Başûrê Kurdistanê, li Ranyayê jî hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmetê û her du partiyên desthilatdar, tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Li Ranye ji bo dawî li xwepêşandanan bê anîn, doh gelek gule li xwepêşanderan hatin reşandin û gaza îsotê li ser girseyê hat reşandin. Lê xwepêşandanê bi israr dewam kir. Xwepêşanderan diyar kir ku ew ê dawî li xwepêşandanên xwe neyînin û heta amadekirina vê nûçeyê li ber avahiya rêveberiya Raperînê girse kom bûbû û alozoyê jî dewam dikir. Girse ji hêzên ewlehiyê re dibêjin, ‘Ji Raperînê derkevin’. Hêzên ewlehiyê jî li aliyê xwe gelek xwepêşander kirin bin çavan.   Li Hacîawa 2 xwepêşander birîndar bûn Li bajarokê Hacîawa yê ser bi Ranyayê jî 2 xwepêşander birîndar bûn. Ji ber aloziya dinavbera xwepêşander û hêzên asayişê de, yek ji bi guleyê 2 xwepêşander birîndar bûn. Li bajarok xwepêşandanê heta kêliya amadekirina nûçeyê jî dewam dikir.   Rêya Hewlêrê zilm û zor e  Li Hewlêrê di nava wan de endamên YNK´ê jî gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên bi dest ketine di nava binçavkiriyan de endamên Komîteya Hewlêr Daretu ya YNK’ê jî hene. Ji bo binçavkirinan jî, piştgiriya ji bo çalakiyên protestoyî û nivîsandina nivîsên li dijî desthilatdariyê weke hincet hate nîşandan.   Gendeliyê Rawestîne hate girtin  “Platforma Gendeliyê Rawestîne” ya li Hewlêrê, bi hinceta ku destûrnameya wê nîne, ji aliyê hêzên asayîşê ve hate girtin. Platforma ku li gelemperiya Başûrê Kurdistanê dixebite, berî 3 salan ava bûbû. Platform bi taybetî li ser dosyayên gendeliyê yên saziyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixebite.   Divê hilbijartinên demokratîk pêk bên Eniya Demokrasiya Gel ragihand ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ya niha di demeke herî zûde hilweşe û heta hilbijartin pêk werin, hikûmeteke demî ya kar û barên herêmê birêve bibe, were avakirin. Di daxuyaniya Eniya Demokrasiya Gel de tê gotin; “Niha bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê hatine milîtarîzekirin û gelê Başûr jî rabûye ser piyan. Rewşa nerazîbûnan gihiştiye asta raperînê. Daxwazên gel rewa ne û mafê wan in. Ji ber sedemê desthilatdariyê û neçûna desthilatdariyê ya bi dengê daxwazên xelkê, rewş metirsîdar bûye. Li cihê çareseriyê, bi kuştin, binçavkirin û êrîşan bersiva gel didin.” Enî dibêje, desthilat dixwaze hêzên pêşmerge û asayîşê li hemberî gel bi kar bîne, dixwaze hêzên pêşmerge û asayîş bi erka xwe ya parastina gel rabin. Eniya Demokrasiya Gel ji bo çareseriyê jî 7 pêşniyazan dike ku di nava wan de ji hêzên çekdar pakkirina bajaran, tezmînkirina xelkê zirar li wan bûyî, kesên gule berdane xelkê bên dadgehkirin jî hene. Wekî din Enî dixwaze hikûmet demildest ji malbatên şehîd û birîndaran lêborînê bixwaze û tazmînatê bide wan. Herdu pêşniyazên sereke jî ev in: *Hikûmeta Herêma Kurdistanê were hilweşandin, ji bo birêveberina karan hikûmeteke heta dema hilbijartinên pêşwext were avakirin. *Girtî, kesên hatine binçavkirin, kesên hatine revandin bê şert û merc bên berdan. Kanalên hatine girtin, werin vekirin. Rojnamevan û çalakvanên siyasî werin azadkirin.   SILÊMANÎ/HEWLÊR  
  Divê hikûmet li gel xwepêşenderan rûne   Parlamenterê Meclisa Iraqê yê ser bi koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Bêstûn Adil têkildarî xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê ku ev çend roj in didomin û helwêsta hikûmeta Iraqê ya derbarê xwepêşandanan de nirxandinek kir û got; "Hikûmeta Iraqê li gorî destûra bingehîn însiyatîf û mafê xwe heye ku destwerdan li rewşê bike û pêşî li şideta li hemberî xwepêşenderan tê kirin, bigire.” Dr. Bêstûn Adil diyar kir ku xwepêşander  bi awayekî aştiyane û aram dikarin daxwazên xwe bigihîn aliyên peywendîdar û wiha axivî; "Nabe ku em wer bikin ku hikûmeta navendî ya Iraqê vêya bike bahaneyek û destwerdanê li sazî û dezgehên herêmê bike." Dr. Bêstûn Adil di dawiyê de jî got, "Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng nemîne û li gel xwepêşanderan rûne. Dest bi danûstandinan bike û daxwazên wan bipejirîne. Her wiha, divê şandeyek jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê biçe Bexdayê.”   RÊBAZ SEBAH / ROJNEWS / KERKÛK