Doh li paytexta Skoçyayê Glasgowê ji bo pîrozkirina peywendiyên çanda Skoçî û Kurd, hebû bi performansên çandî. Armanc ew bû ku pere bîn berhevkirin ji bo çêkirina dibistanekê li Kobanê.
Roza Salih yek ji wa keçên dibistanê yên Glasgowê (Glasgow Girls) ye ku kampanyayê dike li dijî miameleyên neheq ên li dijî penaberan. Ew penabereke Kurd a 12 salî ye.
Wê bang li xelkê bajêr kir da ku piştgiriya bi miletê Kurd re dewam bikin û got, “Pêdiviya malbatên me bi alîkariya madî û insanî heye. Tirkan civakên me şepirze kirin û mirina mirovan jî gelekî tirsnak bû.”
Ev çalakiya çandî The Admiral Bar a Waterloo Street ê bi rê ve çû. Muzîkjen û reqsvanên Skoçî, Kurd, Îranî û ji Rojhilata Navîn derketin ser dikê.
Organîzatorê vê çalakiya hunerî Keith Sharple ye. Wê got, “Em pereyan berhev dikin da ku Dibistana Skoçî li Kobanê ava bikin û alîkarya insanî bikin.”
GLASGOW