Hevdamezrînerê Weqfa Mîmarên Sînornenas-Fransa Patrîck Coûlombel daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; "Ji bo xwegihandina Kobanê divê sînor vekirî be. Vekirina sînor jî bi destûra dewleta Tirk ve girêdayî ye. Ji bo biçin Kobanê em bi mehan sekinîn."

Coûlombel da xuyakirin ku konsepta korîdora însanî timî tê nîqaşkirin û got, "Rewşa heyî ne korîdoreke, bi tenê deriyeke, ku li gorî dilê Tirkan tê vekirin û girtin e. Ji nû ve avakirin di heman demê de wê were wateya valakirina gelek kampên penaberan ên li Tirkiyeyê hatine avakirin. Me jî hin ji van kampan ziyaret kirin."


Li Kobanê jiyan asayî dibe

Coûlombel da xuyakirin ku di serdana xwe de wan dîtine hejmara mirovên li kampan kêm bûye û got, "Li Kobanê jiyan heye, dikanên biçûk vebûn. Li wir benzîn û zebze tê firotin. Binesaziya welêt bi temamî xera bûye. Elektrîk nîne, xizmetên tenduristiyê kêm in, dibistan ji ber ku hilweşiyane, nikarin werin bikaranîn."

Coûlombel ragihand ku nexweşxaneya navendî ya li Kobanê jî bi temamî hilweşiya ye û ev xal destnîşan kir: "Ji nû ve avakirina Kobanê pêkan e. Kobanê ji bo şêniyên wê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Lê belê divê beriya vê, xebatên paqijkirina herêmê ji mayînan bi berfirehî werin meşandin. Dûre jî divê Tirk şertê çûna malzemeyan qebûl bike û hingî ji nû ve avakirin dikare destpê bike."

Coûlombel diyar kir ku eger sînor vebe wê ev yek ji aliyê aborî ve bi kêrî Tirkiyeyê were û got, "Ji bo xizmetên tenduristî û perwerdeyê bi awayekî lezgîn werin dayîn, divê binesazî bê amadekirin. Avakirina lojmanan jî dikarin bi hevdemî were meşandin."


'Ji nû ve avakirin pêkan e'

Coûlombel da xuyakirin ku girîng e nexweşxaneya Kobanê bi temamî ji nû ve were avakirin û got, "Piştî ku xebatên paqijkirina herêmê ji mayînan qediya, bi hatina malzeme û xebatkarên pêwîst re em dikarin dest bi xebatên ji nû ve avakirinê bikin. Fikir ew e ku aborî were xurtkirin û gelê li herêmê jî tevlî ji nû ve avakirinê bê kirin."

Coûlombel da zanîn ku divê Tirkiye ji bo destwerdanê destûrê bide û anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîstî bi sedan mîlyon Euroyî heye. Coûlombel ragihand ku ev yek wê bibe xebateke demdirêj û destnîşan kir ku ji bo avakirina nexweşxane û dibistanan pêwîstî bi lezgînî bi 10 mîlyon Euroyî heye. Coûlombel anî ziman ku xebatên ji nû ve avakirina Kobanê dikare deh salan dewam bike. 


 ANF/PARÎS