Li bajarê Hasekê yê Rojava ligel şerê pêktê, kesên şer jî dikin çîrokên wan balkêşin û ev yek jî nîşaneya şoreşa gel çawa hatiye înşakirin dide xuyakirin. Şerê di navbera YPG-YPJ û hêzên rejîmê û çeteyan der li tevahiya bajar belav dike. Li herêmê şer lê diqewime şervanên YPG-YPJ'ê ji bo ewlehiya gel bi parêzer bi rojanin di pozîsyona parastina rewa de ne û bersiva êrîşan didin. Di pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û YPG'ê de tenê hinek avahî hene. Di qadên di bin parastina YPG'ê de di her temen de jin û zilam ên şer dikin mirov dikar bibîne. Di nav şervanên zewicî, bêkar, ciwan û pîr heyî de ji her gelan mirov hene û ji bo bajar ji dagirkeriya hêzên rejîma Esad rizgar bikin di nav şer de cih digirin. Li qadên şer lê dijwar yek jî qada şervanên jin ên YPJ'ê ye. Di nav şervanên YPJ'ê de ji her gelan şervanên jin hene. Yek ji wan şervanan Roj Dersîm a ku ji malbatekî erep û ji Helepê ye. Roj Dersîm di nav YPJ'ê de weke şervan sekvan li dijî hêjên rejîmê şer dike.


'Vê heskirinê ez anîm vir'

Dersîm ligel Kurdî nizane bi hevalên xwe re hev fêm dike, diyar kir ku 7 meh berê tevlî refên YPJ'ê bû. Dersîm, anî ziman ku ji roja Şoreşa Rojava dest pê kir heya niha heskirina jinên Kurd a li hemberî azadiyê ew gelek bi bandor kir û wiha got: "Vê heskirinê ez anîm vê qadê" Dersîm, da zanîn ku şervanên jin ên Kurd li Rojhilata Navîn tabuyek şikand û ji bo ew jî wan tabuyan di xwe de bişkêne biryara tevlî YPJ'ê da û wiha axivî: "Jinên Kurd ji ber ku azad in dikarin li her qadê bimînin. Ez jî weke jinek erep ji bo di vî şerî de azad bibim cih digirim."

'Heya azadiyê şer‘
Dersîmê, bilêv kir ku li Suriye du vebijark hene û wiha pê de çû: "An ez dê bibam alîgirê rejîmê an jî yên çeteyan. Lê her du alî jî jinê tune dikin, li ber çavan nagirtin û dijbar dibînin in. Jin jî vebijarka xwe li hemberî jinê Kurd û şer bikaranî. Yanî min vebijarka azadiyê hilbijart." Dêrîm, got, "Heya ez azad dibim ez dê şer bikim." û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku min azadiya xwe peyda kir ez li vir şer dikim." Dêrsîm, destnîşan kir ku şerê li Rojava dikin tenêyê jiyê gelan nîn e şerê jinê ye jî û wiha got: "Hişmendiya zilam a serdest jî mêtîngerî û tunekirina jinê dike." Dêrsîm got ku weke jinek Ereb li Hasekê li dijî derdorên nîjadperest  ji bo tevgera azadiya jinê û şoreş gel a Rojav şer dike.


ÎSMAÎL ESKÎN/DÎHA/HASEKÊ