Nûnerên saziyan jî di navê de bi hezaran Kurd li Strabourgê civiyan û rêzeçalakiyên heta 18´ê mehê, dan destpêkirin. Di axaftinan de îşaret bi berpirsiyariya Ewrûpayê hat kirin û hat xwestin ji bo azadiya Ocalan bi vê erka xwe rabe.

Sazî û rêxistinên Kurd ên li Ewrûpayê bi armanca protestokirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara ‘Azadiya Ocalan, azadiya me ye’ li pêşiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê dest bi rêze çalakiyan kir. Bi beşdariya parlamenterên Ewrûpayê çalakiyê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Ji bo rêzeçalakiyan ji gelek welatên Ewrûpayê bi hezaran kes hatin Strasbourgê. Di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin ku divê tecrîdkirina Ocalan bê bidawîkirin û ji bo derketina ji krîzê, divê diyalog bi Ocalan re bê danîn.

Tecrîd nayê qebûlkirin

Di çalakiyê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û diyar kir ku azadiya Ocalan û azadiya gelan ji hev ne dûr e û got, dewleta Tirk û hêzên komploger şer berê li dijî Ocalan dane destpêkirin. Koç got, CPT di serî de, Konseya Ewrûpayê û saziyên Ewrûpayê muxatebên azadiya Ocalan in û banga berpirsyariyê li wan kir.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur jî got, êdî tecrîd nayê qebûlkirin û ji bo şikandina tecrîdê wan dest bi hin rêzeçalakiyan kiriye.

CPT kerr, kor û lal e

Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal jî diyar kir ku CPT li hemberî tecrîdkirina li dijî Ocalan kerr, kor û lal e, û got, “Ev 2 sal in ku tecrîd û êşkence di bernameya CPT’ê yê tine. Kartal bêdengiya li hemberî êrişên li Kurdistanê rexne kir û bang li Konseya Ewrûpayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê kir ku divê dengê Kurdan bibihîze.

Nûnerên partiya çepgir a Elman Die Linke jî got, ew li cem gelê Kurd in, divê projeya aştiyê ya Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn bê parastin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseya gel ji ber Konseya Ewrûpa heta meydana  Avenue de la Robertsauyê dest bi meşê kir. Piştî demeke kurt polîsên Fransayê bi bombeyên gazê êrişî girseyê kir. Ji ber êrişê gelek kes ji ber gazê û derbên polîsan birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Girseyê bi dirûşmeyan êrişa polîsan şermezar kirin.

Piştî êrişê bi hezaran kes li ber cihê ji bo Nobeta Azadiyê ya  Ocalan hatin cem hev û daxuyaniyek dan. Siyasetmevanên Kurd, Suleyman Guneylî got, bi zextên wiha nikarin Kurdan rawestînin û wiha dewam kir: “Hêzên ku Rojhilata Navîn parçe kirin ev 100 sal in Kurdan bê nasname dihêlin, Ocalan û hevrêyên wî derketine meydanê û pêşengiya gel kirin”.

 

STRASBOURG

 
 

Em ê tecrîdê bişikînin

   

Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê tê girtin, dewam dike.

Ev 333 hefte ne ku bê navber Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê dicivin û çalakiyê bi rê ve dibin. Komek Kurdistaniyên ji bajarê Fransayê Bordeauxê nobeta vê hefteyê dewr girtin. Li ser navê komê bi daxuyaniyekê ji ber ku bi erka xwe ranabin, Konseya Ewrûpa û CPT hatin rûreşkirin. Çalakgeran diyar kir ku mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e ku agahiyê ji Ocalan bigire û ji CPT´yê xwest ku di vî warî de tavilê kar bike.

Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin: “Pêwîst e gelê Kurd tecrîda li Îmraliyê bişikîne. Ev çalakî heta serketinê wê bidome. Girîng e, em ji bo azadiya Rêberê xwe hemû berdêlan bidin ber çavên xwe û li her platformê, azadiyê bînin ziman.”

 

 ANF/STRASBOÛRG