
Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê û li bajarê Mannheîm û Hannover ê Elmanyayê, li bajarê Gevle yê Swêdê û paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
KOPENHAGEN: Kurdistaniyan li Danîmarkayê, dosyayek têkildarî tecrîda li ser Ocalan radestî partiyên siyasî kirin. Kurdistaniyan bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd Sêvê, dosyayek radestî 7 partiyên herî mezin ên li Meclîsa Danîmarkayê kirin.
Di dosyayê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat kirin. Her wiha ji Ewropayê hat xwestin, ku ji bo azadiya Ocalan zextê li hikûmeta AKP’ê bike û daxwaz ji saziyên mafên mirovan hat kirin, ku bikevin nava liv û tevgerê.
ZURÎH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Çalakî li ber Parlamenta Zurîchê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan pêk hat.
Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, astengkirina hevdîtina bi Ocalan re ne ya qebûlkirinê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Heta ku Rêberê me azad bibe, wê çalakiyên me bidomin.”
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, komek li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan ji ber Abendakademiya heta Alte Feuerwacheyê meşiya. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan pêk hat û pêkhateyên HDK û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin qîrîn. Di dema çalakiyê de belavoka ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatibû amadekirin, hat xwendin.
Mîtînga li Alte Feuerwacheyê piştre bi qîrîna dirûşman qediya.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî hat lidarxistin, li qada stasyonê dest pê kir. Di çalakiyê de li ser navê Partiya Çep ya Elmanyayê Dîeter Dehm axivî û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK û destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir.
Di çalakiyê de jinan û endamên Ciwanên Azad dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û meş li pêşiya avahiya NAV-DEM’ê bi dawî bû.
Ji bo Ocalan wê li Braunschweîgê meş bê lidarxistin.
GAVLE: Di çarçoveya kampanya ‘Azad bike’ de, endamên Ciwanên Azad li herêma Gavle ya Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart vekirin. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Frîhet for Ocalan” li ser rê daliqandin û xwestin, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.
Ciwanan dan xuyakirin, ku ew ê desteka xwe ya ji bo kampanya ‘Azad bike’ di rojê pêş de zêdetir bikin. Ciwanan bang li hemû ciwanên Kurd, çep û sosyalîst kir, ku rabin ser piyan û xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.
NAVENDA NÛÇEYAN