Li gelek cihên paytexta Fransa Parîsê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina Qirkirina Şengalê, çalakî hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî li Vîllîers le Bel Gar’ê li hev civiyan, xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, komkujiyên li Qamişlo û Şengalê şermezar kirin û mirovên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Di axaftinên li vê çalakiyê de hat destnîşankirin, ku tecrîda liser Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. Çalakiya ku ACTÎT’ê jî destek dayê, bi qîrîna dirûşmeyan û gotina sirûdan qediya.
Evry, Vîlleneûve, Creîl û Marsîlya
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry Kurdistanî li pêşiya Şaredariya Corbeîlle Essonne li hev civiyan, komkujiya Şengalê şermezar kirin û xwestin Ocalan azad bibe.
Li Vîlleneûve jî, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî li ber Gara Vîlleneûve Saînt-Georgesê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmeyan daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan bilêv kirin.
Li Creîlê jî bi tevlîbûna saziyên Fransayê şehîdên Şengalê hatin bîranîn û bal hat kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Di çalakiya duh de Qirkirina Şengalê û Komkujiya li Qamişloyê hatin şermerzarkirin.
B pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li meydana Vîeûx-Portê stant hat vekirin û li ser rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin.
Çalakiyên li Elmanyayê didomin
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermerzarkirina Qirkirina Şengalê û Komkujiya Qamişloyê çalakî hat lidarxistin.
Tevî barana dijwar jî gelek Kurdistanî beşdarî çalakiya li sûka Dûîsbûrgê bûn. Di çalakiyê de bi pêşandaneke şanoyê, rizgariya Şengalê hat vegotin. Elmanan jî bi baldarî li şanoyê temaşe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê”, “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin qîrîn.
Li meydana Asmûs Bremer a bajarê Kîelê, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û bi sedan belavokên li ser tecrîdê hatin belavkirin. Kurdistaniyan dan xuyakirin, ku heta tecrîd were rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Konê berî du rojan li bajarê Heîlbronnê hat vedan, wê îro jî vedayî be. Li binê vî konî, li ser rewşa Ocalan agahî ji mirovan re tê dayîn. Her wiha îmze tên berhevkirin ku ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re werin şandin.
NAVENDA NÛÇEYAN