
Meşa Dirêj a bi dirûşma “Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re” tê lidarxistin, doh li ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir.
Meş wê 10 rojan dewam bike. Hunermend Sarah Maûrîaûcoûrt ji Fransayê, doktor Danîel Maraz ji Arjantînê, dîroknas Joaqûîn Martînez ji Spanyayê, Nûnerê Platforma Azadî ya Rojava Roc Perîs ji Katalonyayê, aktîvîst Sûsana Îsabel û Macedo Gomes ji Portekîzê û Jûlîa Îglesîas a ji Komeleya Piştgiriya Kurd-Bask a Newrozê ji Spanyayê jî di nav de 76 kes ji 15 welatan tevlî meşê dibin. Tevî dostên Kurdan nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê jî beşdarî meşê dibin.
‘Meşa me piştgiriya navnetewî ye‘
Kurd û dostên wan, danê sibehê hatin Luksembûrgê û beriya meşê li ber avahiya Dîwana Edaletê ya Ewropayê civîneke çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de, ku bi baldarî ji aliyê çapemeniyê ve hat şopandin, ji Komîteya Amadekar Peter Muller daxuyanî da. Muller diyar kir, ku ew ê ji bo azadiya Ocalan 10 rojan bimeşin. Muller got: “Armanca me; girtina piştgiriyekî navneteweyî ye. Em dixwazin vê nîşanî AKP’ê bidin; Rewşa Ocalan ne tenê Tirkiye eleqedar dike; rewşeke navneteweyî ye. Her ziyana ku bigihêje, pirsgirêka navneteweyî ye.”
Muller her wiha anî ziman: “Azadiya Kurdan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye. Ji bo vê bang li welatên Yekîtiya Ewropa, CPT û saziyên Ewropa dikin ku erka xwe bi cih bînin. Em dixwazin, ew li gorî demokrasî, edaleta gerdûnî, mafên mirov û nirxên aştiyê tevbigerin.”
Piştî axaftina Muller, nûnerên heyetên ji Danîmarka, Elmanya, Portekîz û Fransayê axivîn û nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP’ê dan. Piştî daxuyaniyê û axaftinan, meşvanan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” dest bi meşa xwe kirin.
ANF/LUKSEMBÛRG