Sazkirina komîteyê li Navenda Çapmeniyê ya Serbixwe ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê çapemeniyê hat aşkerakirin. Li gel Mîtrafanov, Endamê KNK’ê Cemal Şamoyan û Serokê Diyasporaya Kurd Mîhrabî Şamoyev jî di komîteyê de cih digirin.
Her wiha nûnerên rêxistinên gelên kêmanî yên li Rûsyayê dijîn jî tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Diyasporaya Kurd Şamoyev, di daxuyaniyê de bi pirsa “Gelê kurd çima ev qas girîngiyê dide azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan?” dest bi axaftina xwe kir. Şamoyev, destnîşan kir ku heta niha Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin gelek hewldan li pêşxistine lê dewlata tirk tu bersivên erênî nîşanê vê yekê nedaye. Şamoyev, diyar kir ku komiteya wan avakiriye wê li Rojhilata Navîn û Rûsyayê ji bo azadiya Ocalan xebat bimeşînin.
Pêşengê komîteyê siyasetmedarê rûs Mîtrafanov ku dema Ocalan di sala 1998’an hatibû Rûsyayê têkiliyên bi wî re pêkanîbûn û ji bo Rûsya mafê îltîcayê bide Ocalan xebat meşandibû, der birî ku îro ji bo kurdên li Rûsyayê dijîn rojek gelek girîng e. Mîtrafanov, got ku wekî hemû derdorên cîhanê rewşenbîr, siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl yên li Rûsyayê jî rewşa Birêz Ocalan ji nêzve dişopînin û wiha axivî: “Birêz Ocalan ji girtiyên cîhanê yên siyasî yê herî girîng e. Li tu derê girtiyek siyasî di ibin ev qas tedbîran de nayê girtin. Her wiha li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedaren kurd jî niha girtîne. Hikûmet behsa hin tiştan dike lê tu gavên pratîk heta niha nehatine avetin.”
Mîtrafanov da zanîn ku wekî komîte ji bo azadiya Ocalan wê bang li Dewleta Tirk bikin û ji bo çaresiriya pirsgirêka kurd jî wê xebat bimeşînin. Mîtrafanov, got ku di sala 1998’an Ocalan di serî de hatiye Rûsyayê û ji ber vê jî di wê baweriyê de ne ku komîte dê rolek baş bilîze. Mîtrafanov bang li hemû derdorên demokratîk, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên kêmaniyên li Rûsyayê û rêxistinên civaka sivîl yên li Rûsyayê kir tu di komîteyê de cih bigirin.

Endamê KNK’ê Cemal Şamoyan jî di daxuyaniyê de axaftinek kir û got ku pêşeroja rojhilata navîn girêdayî azidaya Ocalan e. Li gel rojnameya Komers ya Rûsyayê, ajansên wekî RIA Novostî û Rex ajansları, Krasnoye TV, rojnameyên Yerkur û El Hayatê jî daxuyanî şopandin. Di dawiya daxuyaniyê de endamên komîteyê der barê pevçûnên dawî yên di navbera PKK û dewleta tirk de jî bersivandin.

ANF/MOKSOW