KOLN: Li dijî konsepta tinekirina topyekûn a AKP’ê li Kurdistanê xistiye meriyetê, li Kolnê konê agahdarkirinê hat vedan. Çalakî wê hefteyekê li meydana Dom a Kolnê dewam bike û saet di navbera 16-20 de wê belavok werin belavkirin, agahî ji raya giştî re bê dayîn. Di roja destpêkê ya çalakiyê de endamên Meclîsa Jinê ya Viyan belavok belav kirin. Tevî baranê bi dehan jinên Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin, ew ê li pêşberî şerê tinekirina topyekûn a hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê daye destpêkirin bêdeng nemînin. Jinan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Li konê çalakiyê pankarta bi nivısa ‘Jin alîgirê azadiya Abdullah Ocalan in’ hat daliqandin. Jinan bênavber dirûşmên bi zimanê Elmanî yên li dijî AKP/Erdogan qîriyan û belavokên bi Elmanî belav kirin. Her wiha bang li Elmanan kirin, ji bo neçin Tirkiyeyê. Çalakî wê îro ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Aachenê ve bê meşandin. Komîteya Amadekar banga tevlîbûneke xurt li Kurdistaniyan kir.
DUSSELDORF: Li ser banga KCDK-E li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi şiyara ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ kon hat vedan. Çalakî wê deh rojan dewam bike. Di vê çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Dusseldorfê tê lidarxistin de, Kurdistanî wê her roj saet di navbera 15:00-20:00 de li pêşiya Haûptbahnhofê belavokan belav bikin. Hevserokê Navendê Haydar Aslan bang li Kurdistaniyên li bajarên derdorê dijîn, ji bo destekê bidin çalakiyê. Di roja destpêkê ya çalakiyê de, tevî barana dijwar jî gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.HANNOVER: Li Hannoverê, ji bo hefteyekê li pêşiya Haûptbahnhofê kon hat vedan. Çalakiyê duh destpê kir û gelek belavok hatin belavkirin. Ev çalakî wê heta 24‘ê Hezîranê dewam bike.
DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, bi şiyara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ heman çalakiyê destpê kir û wê 10 rojan dewam bike. Gelek Kurd û dostên gelê Kurd beşdarî çalakiyê bûn. Îro jî wê Spûîpleîn a Den Haagê û li Dampleîn a Amsterdamê çalakî bên lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN