Li Zurîchê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan konê nobetê hat vedan. Kon ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD) û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ve li meydana Stauffacherê hat vedan. Çalakger li vê derê, têkildarî tecrîdkirina Ocalan, şerê qirêj ê dewleta Tirk li Kurdistanê û binpêkirinên mafên mirovan, belavokan belav dikin.

Çalakî her roj saet di navbera 15:00-21:00 de ye û wê di 2’ê Tîrmehê roja Şemiyê de bi meş û mîtîngekê biqede. Komîteya Amadekar a çalakiyê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Zurîchê kir da ku beşdarî çalakiyê bibin.

Çalakiya konvedanê ya li Den Haagê jî, ji aliyê nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê meşandin. Di çalakiyê de şervana MLKP’ê Sevda Çagdaş a li Minbicê şehîd bûyî jî hat bîranîn.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin beldakirin û der barê tecrîdkirina Ocalan û komkujiyên AKP li Kurdistanê de mirovên li derdorê hatin agahdarkirin. 


‘Em ê çalakiyên xwe bidomînin’

Li Atînayê çalakiya ku ji bo azadiya fizikî ya Ocalan dewam dikir, bi mîtîngekê bi dawî bû. Hate gotin ku çalakî wê bidomin. Paralelî çalakiya nobedê ya li Strasbourgê çalakiya kondanînê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê di roja  sêyê de bi mîtîngekê bi dawî bû. Ciwanên Kurd êlekên li ser wan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan hebûn li xwe kirin, belavok belav kirin û parastina Atînayê ya bi Yewnanî ya Ocalan diyarî serdanvanan kirin.

Ciwanan li meydana turîstîk a Sîgtagmayê belavokên bi Îngilizî li turîstan belav kirin û ji bo azadiya Ocalan piştevanî xwestin. 

Di roja dawî ya çalakiya kondanînê de mîting û xebata stantê ya Meydana Sîndagmayê ya li pêşiya Parlamenta Yewnan heya 23:00’an berdewam kir. Çalakî bi dirûşmên Kurdistaniyan ên wekî, ‘’ “Bîjî Serok Apo”, “Lefteria Ocalan”, “Bi can bi xwîn em te re ne ey Serok” bi dawî bû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN