
Rêxistina Yeketiya Jinên Ciwan a bajarê Amûdê û Kongra Star ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek bi meşeleyan li dar xist. Meş bi beşdarbûna sedan ciwanan pêk hat.
Welatiyên tevlî meşê bûn, li qada Şehîd Cîhad kom bûn û alên YPG`ê û YPJ`ê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdalah Ocelan rakiribûn.
Welatiyên ku piraniya wan jinên ciwan bûn ber bi qada jina azad ve meşiyan. Meşvanan bênavber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berz kirin. Meşvanan her wiha tecîrda li ser Ocalan şermezar kirin. Beşdar li qada jinên Azad kom bûn û li vir axaftin hatin kirin. Destpêkê endama Rêveberiya Kongreya Star Minewir Xalid, paşê Rêveberiya Yeketiya Jinên Ciwan Sorxwîn Amed axivîn û gotin ku Rêberê Gelê Kurd ji bo ku jin li Rojhilata Navîn mafê xwe bistîne tekoşîneke mezin da meşandin û gotin ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan jin gihiştine asta jiyanê ya îro.
AMÛDE