Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserî Ewrupayê çalakî hatin lidarxistin. Li bajarê Elmanya Frankfûrtê tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan bi meşekê hat şermezar kirin.

Civaka Azad a Frankfûrtê pêşengiya çalakiyê kir. Gelek Kurdistaniyên ji bajarên derdorê tevlî çalakiyê bûn.

Çalakger heta meydana Romerê meşiyan û piştre mîtîngek pêk anîn. Qisekeran xwest, tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe.

Tecrîd sûc e

Bi heman armancê li Hambûrgê jî meşek pêk hat. Kurdistaniyên ji bajarên Bremen û Kielê jî destek dan çalakiyê. Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer li vir axivî û diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin.

Li paytext Berlînê jî tecrîd hat şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Berlînê û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN´ê ve hat organîzekirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Berlînê, Yeko Ardil tecrîd şermezar kir û got, “Ocalan mîna Mandela û Gandî rêber e. Lewma em dixwazin ew tavilê li nava gelê xwe vegere.

Li bajarê Stûttgartê jî bi hezaran Kurdistanî daketin meydanan û bal kişandin ser rewşa Ocalan.

Li bajarên Elmanya Hannover, Kassel, Freiburg, Darmstadt û Saarbruckenê jî êşkence û tecrîda li Îmralî bi çalakiyên girseyî hat şermezar kirin. Çalakgeran  bang li gelên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn kir ku li ber tecrîdê û faşîzmê rabin ser piyan.

Em ê tecrîdê bişikînin

Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Fransayê Montpellierê jî hate şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Komuna Jinê ve hate organîzekirin. Li meydana Comedie dezgeh hate danîn û li ser tecrîdkirina Ocalan belavok hatin belavkirin.

Li paytexta Awusturyayê Viyanayê jî, bi pêşengiya NCDK´ê li ber operaya dewletê ya Viyanayê kon hate vedan û derbarê tecrîda girankirî de belavok hatin belavkirin. Li bajarekî din ê Awusturyayê, Grazê, ji bo azadiy Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Holandayê Den Haagê jî Kurdistanî li dijî tecrîdê meşiyan.

Di çalakiyan de ji sazî û dezgehên peywendîdar yên Ewrupayê hat xwestin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Li derveyî Ewrûpayê jî li bajarê Awusturalyayê Melboûrneê çalakiyek bi heman armancê bi rê ve çû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN