Filma ‘Ji bo Azadiyê’ wê li Elmanyayê li sînemayan bê nîşandan. Dem û cihê nîşandana filmê diyar bûn.

Dîmenên filmê li Rojava, li Kobanê hatin girtin. Promiyera filmê li 25’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kolkatayê hate kirin, ku yek ji girîngtirîn festîvalên Hindistanê ye.

Derhênerê filmê Ersîn Çelîk diyar kir ku wan di filmê de qala serpêhatiyên rast ên berxwedêrên Sûrê kiriye û bi dehan sazî û bi sedan kesên li Rojava jî tevlî karê çêkirina filmê bûne. Wî wekî din got, “Di nava komên destpêkê û duyemîn ên lîstikvanan de yên xwedî tecrûbeya lîstikvaniyê nebûn, lê belê tişta ku ji bo senaryoyê em li pey bûn bi wan re hebû. Du kesên di berxwedana Sûrê de hebûn; Hakî û Korsan Şervan di filmê de rola xwe bi xwe lîstin. Tiştekî bi vî rengî zêde di sînemayê de nîne. Wekî din gelek kesên din jî xwedî çîrokên bi heman rengî bûn. Yanî me lîstikvan ji nava wan mirovan hilbijartin ku xwedî wê hestê bûn.”

Bernameya nîşandana filmê weke li jêr e:

Berlîn (Babylon Berlin), 13’ê Adarê, saet 19.00ʼan (Premiera Elmanyayê) Koln (Filmforum NRW), 14’ê Adarê; seansa yekê saet 17.00ʼan, seansa duyê, saet 20.00ʼan Hamburg (Zeise Kinos),15’ê Adarê, saet 17.00ʼan; 29’ê Adarê saet 17.00ʼan Attendorn (Jac Kino), 22’ê Adarê, saet 17.30ʼî Kiel (Pumpe Kino), 27’ê Adarê saet 18.30ʼî Stuttgart (Kino Gloria), 27’ê Adarê saet 20.00ʼan; 29’ê Adarê saet 17.00ʼan.

 

NAVENDANÛÇEYAN