Filma bi navê “Ji bo azadiyê” yê li ser berxwedana Sûrê ya Amedê de ku derhêneriya wê Ersîn Çelik kir, li navenda çand û huner a Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat nîşandan.
Komuna Filman a Rojava “Ji bo azadiyê” li ser berxwedana Sûrê ya Amedê hilberandibû.
Bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser ji bo temaşekirina filmê amade bûn.
Filma “Ji bo azadiyê” li bajarokê Rimêlanê yê Kantona Qamişloyê premiera xwe ya Kurdistanê yekşema bihurî kiribû.
JINNEWS/QAMIŞLO