Komuna Filman a Rojava Rojava doh li Navenda Çandê ya Rimêlanê geriya û kontrol kir ka wê bi kêra nîşandana yekê, yanî premiera filma "Ji bo azadiyê" bê yan na. Biryar e film piştî çend rojan li vê navendê bê nîşandan. Filma bi derhêneriya Şêro Hindê piştê ku premiera xwe li Kurdistanê kir, wê 14´ê Çile li paytexta Awusturyayê Viyanayê û 23´yê Çile di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Rotterdamê de (IFFR 2020) li Holanda li Ewrûpayê jî bê nîşandan.

Çav li rê bû şeva sersalê yanî 31´ê Kanûna 2019´an li Silêmaniyê, li Sînemay Salim filma "Ji bo azadiyê" premiera xwe bike, lê Asayîşa Silêmaniyê bi hincetên beredayî nîşandana filmê qedexe kiribû.

 

DÊRIK