
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî û vêranker de derbas dibe. KNK'ê di daxuyaniya xwe de pêvajoya heyî wiha nirxand: " Rojhilata Navîn, di qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Di heman demê de, dibin navê têkiliyên dîplomatîk de lîstikên siyasî jî bi dijwarî berdewam dikin. Ev jî dibe sedema ku, şerê li herêmê dijwar û berfireh bibe. Di vî şerê dijwar de, gelên li herêmê ziyanên mezin dibînin. Yke ji van gelan jî gelê Kurd e û holka lîstikên siyasî û şerê ku her diçe dijwar dibe jî Kurdistan e. Bi vê mebestê her pêşketin, her tevger û her bûyera li herêmê, gelê Kurd ji nêzîk de alqadar dike."
Qonaya diyarkirina çarenûsê
Di daxuyaniya KNK'ê de hate bibîrxistin ku her çiqasî, dijminên dagirker yên gelê Kurd, siyaseta înkar û tunekirinê û ji nû de dagirkririna xaka Kurdistanê kiribin bingeha siyaseta xwe jî, bi desteka hêzên global destdirêjiyan bikin jî, gelê Kurd gihaye qonaxa ku çarenûsa xwe bikê destên xwe. KNK'ê rojavayê Kurdistanê weke mînaka vê merheleya Kurd gihiştinê nîşan da û wiha hate gotin: "Mînaka vê jî rojavayê Kurdsitanê ye. Lewma qonaxa îro û tevgerên siyasî û şerê germ ji bo dahatuya tevahiya gelê Kurd giring in. Dîrok ji nû de tê nivîsandin. Her çiqasî hêzên dagirker yên herêmê û hêzên global ku ji bo berjewendiyên xwe di ser her tiştî re dibînin, dixwazin herka dîrokî rawestînin û paşerojên gelê Kurd careke din reş bikin. Îro, rojavayê Kurdistanê bûye holka van lîstik û destdirêjiyan. Herçiqasî şerê li Sûriyeyê, weke heyama şerê sar, cîhana global kiribe du-serî jî, lîstik, deq û dolab û destdirêjiyên hêzên herêmê û hêzên global, li dijî gelê Kurd in. Doh jî, îro jî civînên taybet têne lidarxistin, lê gelê Kurd di van civînan de, nayê temsîl kirin. Hinek Kurd û hêzên Kurd li holka siyasî xuya bikin jî, mixabin belge û encamên derdiketine holê, didine xuya kirin ku, teva bûne amur û alavên dijminên dagirker. Ev rewş, cihê mixabinî û metirsîniyê ye. Xuya dike ku, van kes û derdoran, ji dîrokê, ji pêşketinên li herêmê û ji lîstikên li xaka Kurdistanê, pirranî jî, li rojavayê Kurdistanê, ders ne standine."
Li ser Rojava listikên mezin hene
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) ku bal kişande ser xeteriyên pêvajoyê ev hişyarî kir: "Baş tê zanîn ku, di vê qonaxa dîrokî û hassas de, dijminên dagirker, di serî de dewleta Tirkiyê, li rojavayê Kurdistanê lîstikên mezin dikin û dixwazin ku destkeityên rojavayê Kurdistanê têk bibin. Mînaka herî dawî jî, bûyerên li Serêkaniyê ne. Êdî dijminatiya dewleta Tirk, li çar parçeyên Kurdistanê eşkere bûye. Geh hêzên paramilîter û çete bi kar tîne, geh hêza dîplomatîk bikar tîne, geh birakujiya Kurdan dijwar dike û dixwaze destketiyên rojavayê Kurdistanê têk bibe. Di her halukarî de, roleke xerab û metirsînî dilîze. Tê zanîn ku, gelên li rojavayê Kurdistanê, têkildarî şerê hundirîn yê Sûriyeyê nebûne, xwe ji şerê mezhebî parastine û ji bo jiyaneke bi rûmet û azad, xwe rêxistinî dike. Li hemberî van hewldanên aştiyane û demokratîk, ku gelên li Rojaavayê Kurdistanê, Kurd, ermenî, suryanî, Ereb û hwd. teva xwe tê de dibînin, êrîşên dagirkerî, talan û kujerî çêdibin."
'Dîrok xiyanetê efû nake'
KNK'ê têkildarî hêz û kesayetên Kurd ên dibin amûrê siyaseta jiholê rakirina destkeftiyên Kurdan jî ev hişyarî kir: "Tevî ku Kurdên têkildarî dijminên dibin, gelek caran hatine şiyar kirin jî, têkiliya xwe ji dagirkeran qut nekirine û di lîstik deq û dolabên dijmin de cih girtine. Em weke KNK'ê car din van kes û derdoran şiyar dikin, pêwiste tu Kurd, tu hêz neyên lîstikên dijminê dagirker û ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk, nebin sed û bendên li pêşiya herka dîrokê. Dîrok dadgeha herî mezin e û şaşî û bêbextiyên li dijî gelê Kurd efû nekirine û nake. "
Ji bo hêzên Kurd bang
KNK'ê di daxuyaniya xwe de cihekî girîng jî ji yekîtiya netewî û rola hêzên Kurd ên siyasî ya di avakirina paşerojeke azad re veqetand û bi van gotinan bangî hêzên siyasî yên Kurd jî kir: " Em weke KNK'ê bang li hêzên sereke wek KCK, PDK, YNK û hêzên din yên Kurd, biçûk mezin teva dikin ku di vê qonaxa dîrokî û hassas de rol û misyona xwe bizanibin û bi azadiya gelê Kurd, bi statuya siyasî ya gelê Kurd re kilîd bibin. Pêwiste ev hêzên Kurd, bi dilsozî û li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin û li dijî lîstikên dijminên dagirker, sekneke rûmetdarî nîşan bidin. Firsetek dîrokî derketiye holê, pêwiste ev firseta dîrokî ji dest neyê berdan. Tê zanîn ku şerê li Sûriyeyê wê dahatuya herêmê û dahatuya gelê Kurd teva tayin bike. Bi vê mebestê, binbarî û berpirsiyariya hêzên Kurd teva ew e ku ligel gelê rojavayê Kurdistanê cihê xwe bigirin û destketiyên gelê Kurd biparêzin e. Pêdiviya gelên rojavayê Kurdistanê bi her cûre alîkarî û destekê heye, pêwiste di serî de KCKe, PDK û YNK, hêzên din yên Kurd teva, bi dilsozî nêzîkî destketiyên rojavayê Kurdistanê bibin. Ji ber ku dijminên dagirker, di serî de Komara Tirkiyê, dixwaze ku birîna kronîk ya birakujiyê, dubendiyê bikê nava Kurdan û bi vî rengî destketiyên rojavayê Kurdistanê têk bibe."
'Çaranûsa parçeyan girêdayî hev e'
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) destnîşan kir ku çarenûsa hemû parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û hişyarî û tiştê werin kirin di dawiya peyama xwe de wiha rêz kirin: "Bi vê mebestê em banga xwe ya li van hêzên serkete û tevahiya hêzên Kurd dûbare dikin ku lîstikên dijminên kronîk bibînin û nebin amur û alavê destên van dagirkeran. Divê her kes zanibe ku dahatuya parçeyên Kurdistanê bi hevûdin ve girêdayî ye. Berjewendiyên gelê Kurd jî, ne cih girtina ligel dijminên dagirker e, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye.
Pêwiste hêêzn siyasî yên li rojavayê Kurdistanê jî, di çaçroveya yekîtiya sazkar kirine de bi dislozî tevbigerin û şoreşa xwe ya sedsalê bi azadiya xwe, bi statuya xwe ya siyasî tacîdar bikin. Pêwiste derfetan nedin kes û derdorên ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên neteweyî re digirin û bizanibin û fam bikin ku firseta dîrokî, ketiye detsên wan. Tenê yekîtiya wan dikare vê firseta dîrokî wergerînê serketinê."
BRUKSEL