Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê bi bîr xist û got, êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 20’ê Çileyê 2018’an a li dijî Efrînê pîlaneke navdewletî bû, dewama komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê bû. Hozat xwest ji bo rizgarkirina Efrînê jî têkoşîna azadkirinê bê xurtkirin û dewamkirin. Besê Hozat behsa hin sîxurên ji MÎT´ê re li Başûrê Kurdistnê dişixulin kir, got, ew xwîna ewladên Kurd vedixwin û xwest miletê Başûr û xasma yê Şengalê wan di nava civakê de ceza bike.
Besê Hozat ji bo Efrînê got, “Dîrok, erdnîgarî, mîrateya çandî yên Efrînê bi destê çeteyan tên tinekirin. Demografiya wê tê guhertin. Ev hemû bi destûra Rûsya, DYE û dewletên Ewrûpayê tên kirin. Bi piştgiriya van hêzan, sîstema demokratîk a li Efrînê ji hev hate xistin, û li şûna wê sîstemeke çete hate avakirin. Divê gelê me bi têkoşîna xwe bike ku gel û dewlet li dijî van polîtîkayên qirêj helwêstê nîşan bidin. Têkoşîna ji bo azadkirina Efrînê pêwîst e mezin bibe û bidome.”
Tifaqa Kurd û Ereban
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi bîr xist ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişên ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kirin û got, “Dagirkirina Rojava êrişeke ji bo tasfiyekirina temamiya sîstema Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi berxwedana mezin a li dijî dagirkeriyê re hin planên qirêj hatin pûçkirin. DYE û Rûsya wê piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk dewam bikin. Di hevdîtinên Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-DYE de yên meha Çileyê hatin kirin, eşkere ye ku li ser planên nû xebitîne. Ev hêzên navbirî bi israr hewl didin şerê Ereb-Kurdan derxînin. Tifaqa Kurd-Ereb ev hesabên qirêj heta niha pûç kirin.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat berxwedana li dijî dagirkeriyê jî bi bîr xist û got, “Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hem li Kurdistanê hem jî li herêmê û cîhanê gelekî bandor li gelan kir. Di serî de li Başûr, gelê me li hundir û dervreyî welat bi heybet li ber xwe da. Helwesteke yekîtiya neteweyî ya watedar nîşan da. Ev berxwedan bi rengekî bênavber dewam dike. Heger berxwedan bi xurtî bidome wê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê, û sîstema çete wê bifeşkile.”
Besê Hozat êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî nirxand û got, “Desthilatdariya qirker faşîst a AKP-MHP’ê mîrateya polîtîkaya dewleta Osmanî ya li dijî Êzîdiyan dewam kir. Divê em ji bîr nekin ku êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an a li ser Şengalê êrişeke plankirî ya bi piştgiriya dewleta Tirk bû. Xwestin ku Êzîdiyan qir bikin û biqedînin. heger ne ji destwerdana HPG-YJA Star û YPG’ê bûya, eger ne ji avabûn û berxwedana YBŞ‘ê bûya wê Êzîdî bi rengekî mezin hatibûna qirkirin. Ew ê hatibûna tinekirin. Dewleta Tirk, dewletek e ku dijminê Êzîdiyan e. Ya ku bi destê DAIŞ’ê nekarî bike, niha dixwaze bi xwe yekser bike. Bi balafirên şer êrişê dibe ser Şengalê. Ewladên leheng ên gelê Şengalê qetil dike. Di şexsê fermandarê hêja yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û sê hevalên wî de şehîdên Şengalê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim.”
Hin kes bi MÎT´ê re dixebitin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got, “Di nava rêxistinên îstîxbaratê yên Başûr de jî hin kes ji MÎT’ê re dixebitin. Gerîlayan şehîd dixin û bi pereyê di berdêla vê yekê de werdigirin xwe têr dikin, dikerifin. Yanî ev kesên nemerd xwîna gelê Kurd, xwîna ewladên leheng ên Êzîdiyan mîna avê vedixwin, canê wan jî mîna nan dixwin. Gelê me yê li Şengalê û Başûr divê van kesên namerd di nava xwe de ceza bike. Heger ji wan nayê ku ceza bikin, hingî divê agahiyê bidin YBŞ’ê û Meclîsa Xweser a Şengalê. Gelê me yê li Başûr jî divê bi heman rengî helwêstê nîşan bide, agahiyê bide yekîneyên gerîla. Ev tîpên ku ji bo zikê xwe têr bikin nirxên gel pêşkêş dikin, civakê dirizînin, qirêj dikin, dijmin di nava civakê de bi cih dikin û bi vî rengî zerarê didin nirxên civakê.”
ANF/BEHDÎNAN