Ciwanên Kantona Efrînê li navçeya Şerawanê meşke bi meşeleyan li dar xistin û piştgirî dan berxwedana Bakurê Kurdistanê. Ciwanên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Ciwanên Rojava hilda û dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Bakur” berz kirin.
Dîsa li bajarê Efrînê û bajarê Dirbêsiyê ji bo piştigiriya berxwedana Bakûr, kon hate vedan.
Çalakiya Ên Dîwarê ket roja çaremîn
Çalakiya li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê di roja çaremîn de didome. Bi dehan ji welatiyên bajarê Dirbasiyê û Koçeran doh danê sibehê berê xwe dan sînor û beşdarî çalakiya ku şêniyên Kampa Newroz ji bo piştgirîdayîna berwedana Bakurê Kurdistanê pêr dest pê kiribûn, bûn.
Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku leşkerê artêşa Tirk li bermaberî çalakvanan gule li hewayê reşandin. Di heman demê de dengê şer û pevçûnan ji Cizîra Bakurê Kurdistanê bilind dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN