
Li Hewlerê di 29’ê Mijdarê de Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî bi 15 partî û derdoran re civîn pêk anîbû û gelek partiyên Kurdan dawetî civînê nekiribûn. Nûnerên partiyên Kurdan ên ku dawetî civînê nehatin kirin bertekên xwe anîn ziman. Nûnerên ku li hemberî helwesta Barzanî bertekên xwe anîn ziman ji ajansa DÎHA'yê re axivîn. Nûnerên partiyên Kurdan diyar kirin ku ev helwesta Barzanî xizmetê ji Kurdan re nake û xizmeta parçekirina Kurdan dike. Endamê Lijneya Koordinasyona Hizbî Ayendeyî Kurdistanê
Ziryan Ahmet, diyar kir ku ev helwesta Barzanî rê li pêşiya parçekirina Kurdan vedike û wiha got. “Ger ku Barzanî dixwaze tiştekî ji bo Kurdan bike divê nerîna hemû partiyên Kurdan bistîne. Ger ku dixwaze li hemberî Bexdeyê helwestek bi hêz nîşan bide, wê demê divê hemû partî û saziyên Kurdan bide pişt xwe. Divê di nava partiyên Kurdan de cudahiyê neke.”
Endamê Koordînasyona Komeleyla Welatiyê Azad Zana Xeyam jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Divê hemû partiyên Kurdan li hev kom bike û nerînên hemû partiyan li ber çavan bigire. Divê bi ruhê yekîtiyê tev bigere. Divê vîna hemû partiyan li ber çavan bigire û li gorî daxwazên yekîtiyê gavan bavêje.”
Beşdariya hemû partiyan pêwist dikir
Endamê Hizbî Zahmetkeşanê Kurdistan Bahtiyar Mustafa, ku tevli civîna Barzanî bû jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Diviya bû hemû partiyên Kurdan tevli civînê bibûna. Divê bêyî cudakariyê têxe nava partiyan bang li hemûyan bike û tevli civînê kiribûya. Pirsgirêkên di nava Hewlêr û Bexdayê de pêk tên li ser xala 140’an pêk tê. Hikûmeta Malikî dixwaze li herêma Kerkuk û Dozxurmato ji nûve dagir bike. Gele Kurd ji bo Kerkukê pir şer kir. Divê hemû gelê Kurd li hemberî şerê derve tev bibin yek. Ji ber ku tirs û xof yê hevpar in. Êrîşa li hemberî kesekî li hemberi hemû Kurdan e.”
Parçekirina partiyên Kurdan
Mistafa da zanîn ku ev helwest parçekirina partiyên Kurdan dide xuyakirin û wiha berdewam kir. Partiyên Kurdan ên wekî PDK, YNK, Goran û Yekgirtû yên di Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê de cih digirin, divê helwesta xwe ya neteweyî zelal bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo komîsyonên hilbijartinê amadekarî bên kirin. Divê piştî amadekarî hatin kirin hilbijartin pêk bên.”
Makeqanûna dijdemokratîk
Berpirsê Karê Derve yê PÇDK’ê û Endamê Lijneya Koordinasyonê Şakîr Mustafa jî anî ziman ku ji bo nakokî û pirsggirêkên di navbera Hewlêr û Bexdeyê çareser bibin divê berî her tiştî makeqanûna Bexdeyê demokratik bibe û wiha axivî: “Makeqanûna Bexdeyê gelek mafê Kurdan binpê dike. Me hêvî dikir ku parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê yekîtiya Kurdan pêş bixin. Lê me ev yekîtî û mîsyona wan nedît.” Nûnerê Hizbî Demokrati Gelê Kurdistan Xalil Mahmut jî dazanîn ku nakokiyên di nava partiyên Kurdan de zêde dibe û xwest rê li pêş vê yekê bê girtin.
Dîroka pêk anîna civînê
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî bi tevlibûna 15 sazî u partiyên Kurdan li Hewlerê li ser xala 140’an a di navbera Hewlêr û Bexdeyê civîn pêk anîbû. Gelek partiyên Kurdan beşdar nekiribû. Partiyên KDP, YNK, Goran Yekgirtiya Îslamiya Kurdistan, Komela Îslamiya Kurdistan, Tevgera Komeleya Îslam, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên (Kedkar) Kurdistanê, Partiya Kominist a Kurdistanê, Tevgera Demokrat a Turkmen, Tevgera Çaksaziya Turkmen, Lîsteya Tirkmenan a Erbîlê, Meclisa Gelan a Suryani û Keldani Halklar Meclisi, Tevgera Demokrasiyê ya Asûrî, Listeya Tevgera Ermenî” amade bûbûn.
HEWLÊR