Rêxistinên civaka sivîl û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê doh li Hewlerê li parka Şaneder bi daxuyaniyekê, girtina aktîvîsta jin û endama partiya Çep a Elman Bêrîvan Zên ya ku beriya 10 rojan ji aliyê PDK’ê ve hat binçavkirin, şermezar kirin. 


Asayîşa PDK’ê xwest çalakî asteng bike

çapemeniya ji bo Bêrîvan Zên  asteng bike.   Çalakvanê siyasî Elî Mehmûd daxuyaniya çapemeniyê xwend û girtina Bêrîvan Zên şermezar kir. 

Elî Mehmûd diyar kir ku Bêrîvan nêzî 10 rojan hatiye girtin û ti agahî jê nîne. Mehmûd bal kişande ser astengiyên hêzên PDK’ê ku xwestin çalakiya wan asteng biki û got: “Me xwest çalakiyek mezin pêk bînin. Lê belê hêzên polîs û asayîşa Hewlêrê em asteng kirin. Di demekê de ku em behsa kongreya netewî dikin lê çawa dibe çalakvanên Kurd ji aliyê hêzek Kurdî ve were revandin.”

Aktîvîsta jin Bêrîvan Zên ku endama Heyva Sor a Kurd û endama partiya Çep a Elman e, beriya demekê ji bo derbasî Rojava bibe ji Ewrûpa derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû. Lê Bêrîvan Zên beriya 10 rojan berê ji aliyê PDK’ê ve tê girtin û heta niha tu agahî jê nayên girtin. 


 ROJNEWS/HEWLÊR