Di dema derbeya 12ê îlonê de zarokê bi navê Erdal Eren hate girtin, jiyê wî hate mezinkirin û paşê hate îdamkirin. Bûyerek weke vê li Mêrsînê qewimî. Zarokê Kurd ê 14 salî hate binçavkirin û paşê jî ji yê wî hate mezinkirin û hate girtin.

Li dibistanê binçav kirin

Zarokê Kurd U.T. yê bi eslê xwe ji navçeya Gevera Colemêrgê ye li taxa Hal a navçeya Akdenîza Mêrsînê dijî. Roja 9’ê mijdarê li dibistanê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Bi tawanbariyên “Endamê rêxisitnê ye”, “Propaganday rêxistinê kiriye” û “molotof avêtiye kargehan” hate binçavkirin û paşê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê. Li wir jî jiyê wî mezin kirin û piştre jî şandin dadgehê û li wir hate girtin. Li şûna zarokê Kurd U.T. bişînin girtîgeha zarokan ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrsînê
Bavê U.T. Îskender Tamûr der barê mijarê de agahî da ANF’ê û got: “Ji bo zarokê min bigirin, ew birin nexweşxaneyê û jiyê wî mezin kirin. Kurê min li dibistanê binçav kirin. Gava di binçavan de bû tu agahî nedan me. Diviyabû ji me re bihata gotin. Dîsa deqek li ser destê kurê min bû. Ez nizanim çima lê dane. Ez guman dikim ku hin tişt dê bên serê zarokê min.”
Bav Tamûr bi bîr xist ku di dema derbeya 12’ê îlonê de temenê zarokan mezin dikirin û îdam dikirin, niha jî temenê zarokan mezin dikin û digirin. Ji bo alîkariya huqûqî serî li ÎHD’ya Mêrsînê da. 

ANF/MÊRSÎN