
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi rasthatina 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PKK’ê 8’ê Adarê li jinên kedkar pîroz kir û got, “Di serî de li Kurdistanê îro li gelemperiya cîhanê, ji bilî berxwedanê û afirandina jiyana azad ti rê li ber jinan nîne.”
PKK’ê diyar kir, ew soza afirandina jiyaneke azad a bi pêşengiya jinê dubare dikin û bang kir ji bo “Meşandina têkoşîneke ku faşîzma AKP’ê ji holê rake û seketina jiyana azad diyarî civakên me bike”.
Êrîşa li dijî nirxan ji rêbazên AKP´ê ye
Komîteya Rêveber a PKK’ê rola Ocalan di têkoşîna jinê de bi bîr xist û cangoriyên têkoşîna jinê bi minet bi bîr anîn û got, “Di ser qetilkirina karkerên jin ên New Yorkî re, sedan sal derbas bûn. Lê belê îro heman wehşeta şewitandinê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê faşîzma AKP’ê ve tê kirin. Li Cizîra berxwedana xwerêveberiyê, gelê me yê sivîl ê li jêrzemînan dîl hat şewitandin, jinên Kurdistanî di tevahiya pêvajoya berxwedanê de hedef hatin girtin, ji her temenî jin hatin kuştin, hewl hat dayîn cenazeyên jinan bên teşhîrkirin, jinên ducanî hatin qetilkirin û xwestin cenazeyên wan teşhîr bikin. AKP’ê êrîşa li hemberî nirxên manewî yên civaka Kurdistanê ji xwe re kiriye rêbazeke bingehîn a şer.”
komîteya Rêveber a PKK´ê îşaret bi berxwedana jinên KUrd li hemberî vê hovîtiyê kir û got, ev berxwedan di asta israra ji bo jiyana bi rûmet de ye.
Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand, ku qirkirina li hemberî jinê di dema desthilatdariya AKP’ê de gav bi gav hat şidandin û bi ruhê tevgereke dagirkeriyê hat xwestin bi temamiya civakê bidin qebûlkirin. PKK’ê destnîşan kir, ku şîdeta dewletê ya bi desthilatdariya AKP’ê, yekdestî bûye, û bi şîdeta serdestiya mêr re hemdem bi pêş ve diçin.
Şoreşa di nava şoreşê de
Komîteya Rêveber a PKK’ê de got, “Her mêrê îro di nava sînorên hiqûqî yên netewe dewletê de cih digirin vediguherin polîsekî, leşkerekî. Her jin û nirxên civakî jî dibin hedefa êrîşan” û îşaret bi dewra Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir ku bûye mînaka herî bedew a afirandina hişmendiya azadiyê ya jinê. Daxuyaniyê weha dewam kir: “Têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK û PAJK’ê bi pêş ve diçe, bi pêşengiya têkoşîn û jiyana azad a jinê re, bi berxwedêriya jinê re, bi nivîsandina dîrokê ji aliyê jinê re, bi afirîneriya jiyana azad re şoreş di nava şoreşê de pêk aniye.”
Di dewama daxuyaniyê de Komîteya Rêveber a PKK’ê bal kişand ser berxwedana li Kurdistanê û ev berxwdan weha nirxand: “Di serî de li Kurdistanê îro li gelemperiya cîhanê, ji bilî berxwedanê û afirandina jiyana azad ti rê li ber jinan nîne. Eger jiyan wê hebe divê azad be, naxwe wê nebe. Jiyîna di nava şîdeta dewlet û mêr de, li dijî pênaseya mirovê bi rûmet e. Ev hişmendiya bi pêşengiya Rêberê me û şehîdên me hatiye afirandin, îro li hemû parçeyên Kurdistanê, li çiyê, bajar, kolan û taxan zemîna xwe ya têkoşîn û azadiyê afirandiye. Sêvê, Dorşîn û Ekînên bi vê hişmendiyê li ber xwe dan û gihîştin şehadetê li her qadên berxwedanê pêşeng afirandin. Mehmedên bi berxwedana bi rûmet re lehengî nîşanî her kesî da jî, di şexsê xwe de mînaka dîrokî ya hevrêtiya jiyana bi rûmet û azad afirandin.”
Soza afirandina jiyana azad
Komîteya Rêveber a PKK´ê piştî ku 8’ê Adarê pîroz kir soz da ku li Kurdistanê bi pêşengiya jinê jiyaneke azad biafirîne û peyama xwe weha bi dawî kir: “Ji bo ev bihar bibe bihara şoreş û azadiyê em bang li hemû jin, ciwan, dayik, raya giştî ya demokratîk û şoreşgeran dikin ku berxwedanê xurt bikin, têkoşînekê bimeşînin ku faşîzma AKP’ê ji holê rake û serketina jiyana azad diyarî civakên xwe bikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Li Oslo û Stuttgartê çalakiyên 8’ê Adarê
Li paytexta Norwêcê Oslo û li bajarê Elmanya Stuttgartê çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin.
Jinên Kurd li paytexta Norwêcê Osloyê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyekê pîroz kirin. Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê pêk hat. Hevseroka navendê Ayser Yuce di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û kesayeta têkoşer a jinan destnîşan kir. Yuce diyar kir ku ev têkoşîn êdî ji aliyê jinên Kurd ve tê meşandin û got, “Me ev têkoşîn ji Sakîneya li zîndana Amedê li ber xwe dayî, ji Arîn Mîrkan a bedena xwe li dijî DAIŞ‘ê teqand û bû sembola Kobanê, dewr girt. Îro li gelek navendan ev têkoşîn tê meşandin.”
‘Divê jin têkoşin’
Ayser Yuce berdêla azadiyê bi bîr xist û got, “Em ancax bi xwe azadiya xwe bi dest bixin. Divê têkoşîn bê meşandin. Îro partiya me, artêşa me û saziyên me yên jinan hene. Ev bi hêsanî ava nebûn. Di vê oxirê de berdêlên mezin hatin dayîn. Ji bo xwedîderketina li van destketiyan pêwîst e li her warî li dijî zîhniyeta mêr têkoşîn bê meşandin.”
Çalakiya 8´ê Adarê li Stuttgartê
Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî jinan bi rasthatina 8’ê Adarê meşeke hevpar li dar xist. Meş ji aliyê Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Stuttgartê, Însiyatîfa Dostaniya Gelên Elman-Îran, Tevgera Jinên Demokratîk, Yenî Kadin, komeleya jinê Courage pêk hat û bi qasî 300 kesî tevlî bûn.
Meşê ji Lautenschlagerstraseyê dest pê kir û li Schlossplatzê veguherî mîtîngê.
Bernamzeta Die Linke ya hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê Gokay Akbûlût li vir peyivî, bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê li hemberî jinan û destnîşan kir ku Partiya Çep li hemberî van komkujiyan e.
Di mîtîngê de peyama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hat xwendin û li dijî koledarî, biçûkxistin, talankerî, şidet, destavêtin û destdirêjiya li hemberî jinê banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Berdevka jinên Îranî jî sîstema Rûhanî rexne kir û got, “Li Îranê ji 10 mîlyon jinan bi tenê 4 mîlyon dikarin bixebitin. Ji ber ku li gelek cihan kar li jinan qedexe ye.”
Nûnera Tevgera Jinan a Demokratîk jî got, “Li ser bedena me ya hatiye tazîkirin, em têkoşîna xwe xurt bikin. Jin jiyan û azadî ye.”
OSLO/STUTTGART