Ji armancên Cemiyeta Bilindkirina jinên Kurd: Peşandana rojname, kitêb û belavokan, û dayîna konferans û dersan bo endamên komeleyê û vekirina pirtûkxane, şaxên komeleyê, eywanên nîqaşê. 

Ekrem Malbat yekemîn nizannameya avakirina Cemîyeta Bilindkirina Jinên Kurd, piştî bi sed salan kir pirtûk. Pirtûk bi Kurdî û Tirkî hat çapkirin.

Metnê orîjînal ê Nîzanmemeya Cemîyeta Bilindkirina Jinên Kurd bi wergera Kurmancî û Kirmanckî hat çap kirin. Nîzamnameya cemiyetê bi xwe, di sala 1919’ande hatibû amadekirin. Ekrem Malbat nîzamname bi wergerên wê weke kitêb amade kir. Weşanên Nûbiharê kitêba Nîzamnameya Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd çap kir. Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd sala 1919’an bi teşwîqên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê ji aliyê jinên Kurd ên li Paytexta Osmanî Stenbolê ve hat damezrandin.

Jinên Kurd, yekem car sala 1913’an li meydana siyaseta Kurdî darîçav û xuya bûne. Gotara jinan, ji mafên wan zêdetir wek “di afirandina neteweya Kurd de rola jinan” ketiye nîqaşê. Sedema vê jî kurt û Kurmancî, bi lezgînî pêdivî pê hebû. Kurd di warê bidestxistina mafên xwe de derengmayî bûn. Rola jinan di avakirina neteweyî de tev ji hêla mêran ve hatiye bilêvkirin.

Gotarên mêran ji bo rola jinan

Dema bi nerînek giştî li van gotaran tê nerîn, tê dîtin ku jin; wek mamosteyên ewil û herî girîng ên nifşên nû yên neteweperwer tên pênasekirin. Ji bo cudakirina neteweya Kurd ji neteweyên din jî, taybetmendî û xisletên jinên Kurd, xasma jiyana jinên gundan ji bo çêkirina vê gotarê dihat bikaranîn. Mesela van gotaran digot, “jinên Kurd ên gundî, hem ji jinên bajarî hem jî ji jinên neteweyên din azadtir in”. Wekî encama van gotaran ku di kovargeriya Kurdî de dihatin nivîsîn, Komeleya Bilinkirina Jinên Kurd çêbû. Piştî avakirina wê, neteweperwerên Kurd ên wekî Ezîz Yamûlkî, Memdûh Selîm Beg, Evdirehîm Rehmî Hekariyan, di kovara Jînê de kêfxweşiya xwe anîne zimên.

Damezrandina cemiyetê

Di 2’yê Hezîrana 1919’an de Memdûh Selîm Beg, mizgîniya damezirandina vê komeleyê dide. Komele wek şaxekî Komeleya Bilindkirina (Tealî) Kurd hatiye damezirandin. Ji nîzamnameya komeleyê tê dîtin ka armancên wê çi ne. Di nîzamnameyê de armancên sereke jî wiha hatine nivîsandin:

* Bi awayekî modern, bipêşveçûn û bilindkirina jinên Kurd

* Birêkûpêkkirina jiyana malbatî a Kurdan

* Peydakirina karî yan jî alîkariya bi pereyî bo jinebî û sêwiyên ku ji ber koçberîyê perîşan bûne

* Peşandana rojname, kitêb û belavokan, û dayîna konferans û dersan bo endamên komeleyê û li cihên welatê Osmanî vekirina pirtûkxane, şaxên komeleyê, eywanên nîqaşê.

Ronakkirin ji armancan e 

Ji van jî diyar dibe ku li aliyekî hewldana dermankirina birînên gelê Kurd heye, li aliyê din jî dixwazin hizra neteweperweriyê di nav koçber, karker û xasma jinên Kurd de bi rêya rojname, konferans, belavok û wekî din belav bikin. Bi taybetî xisûsa 4’an a nîzamnameyê vê yekê pir nîşan dide.