Piştre min dît ku ev nûçe di Roj TV de jî hat weşandin. Her ciqas ku be dilî xwe jî be min bawer kir. Bele nûçeya lezgîn ev bû; Hevalê Hesen Huseyîn Reyhan di mala xwe de mirî hatibû dîtin. Ez bi vê rêwîtiya Heval Hesen Huseyîn Reyhan gelekî xemgîn bûm û li wan rojên ku me di zîndanê de bi hevre derbas kiribûn fikirîm. Hema ez li cihê xwe de bedeng rûniştim û ponijîm.
Ketim nava xem û xeyalan, min jiyana deh salên bere ku me bi hev re derbas kiri bûn weke rêze fîlmekî di ber cavên xwe re derbas kir. Ew rojên ku me li Zîndana Aydinê bi hev re bihûrandibûn hemû hatin ber cavên min.
Belê Hevalê Hesen Huseyin...  Tu zanî ku kesî ji me ji te re ne di got Hesen Huseyin . Me di got Hevalê Parêzer. Bi rastî jî parêzer bû. Yani dijmin ew ji ber ku Kurd bû û rihê wî Kurdewarî bû ew avêtibûn Zîndane. Lê hevalê me parêzer her ciqas di zindane de bû jî wi dise ji weki parêzer-hiqûqnas kar û xebatên xwe dimeşandin. Herwiha ew xwedî kesayeteyeke wisa bû ku li hember hemu awayen paşverutiyan li berxwe dida. Wî tu caran xwe ji tu karan ne dida paş , ci ji deste wî bihata çi kar têketa peşiya wî dikir. Demeke direj wi kare komûne jî kir. Herwiha ew di kare xwe de herdem serkeftî bû, bi kêf û eşq karê xwe dikir. Wekî din ji aliyê perwerdeyê ve jî alikariya me tevan dikir. Hevalê Parêzer, hevalekî zana bû, di her mijarê de xwedî zanist bû. Li ser mijaran dema ku pirs jê dihate kirin tu caran tu pirs bê bersiv nediman. Ji bo  kar û xebatê Hevalê Parêzer ji hela hemu hevalan din ve dihat heskirin. Wekî din pir zêde dilnimz bû ti caran xwe ji kesî  meintir ne dît. Ne digot  ez parêzerim çawa ez ketime vê rewşê. Wî herdem digot; "doza me mezine em ji bo gelê xwe çi bikin jî kêm e û ne bes e."
 Wi tim digot çi kar hebe eze ji bo gelê xwe bikim û di kir jî.  Gelek caran me şevên moralê lidar dixistin. Herî zêde ye ku moral dida hevalan Hevalê Parêzer bû. Bi taybet û bi giranπi her şeva moralê de daxwaziya hemû hevalan jê strana Ruhi Su bu. Strana "Eşeği Saldim Çayira" daxwaz dikirin. Bi rastî dema ku ew stran di hat gotin ez ji zik û pişt diketim. Herwiha di wan şevên moralê de weke şano û skec jî di hatin pêşkeş kirin. Weki ku min li jor ji anîbû ziman tiştekî ku ji destê Hevalê Parêzer nehata qet nebû. Ji bo Hevalê Parêzer mirov çi jî bêje qet têrê nake û hindik e. Ez qet nikarim taybetmendiyên Hevalê Parêzer rêz bikim û bînim ziman. Min xwest ku ez bi kurtayî ked û xwedana Hevalê Parêzer ji bo gelê xwe kiriye qet nayê jibir kirin. Di jiyana xwe ya rojane de ji em wî bînin bîra xwe û bidin jiyîn.


MIHYEDÎN DOLAŞIR