Pêşbirga vê hefteyê ya di navbera tîmêin Yekîneya Qulûbên Mezopotamyayê de dawî bûr. Di maça pêşbirgê de tîman ji bo 35 wkelatiyên di komkujiya li gundê Roboskiyê rêz girtin. Di pêşbirga ku duh li Tesisên Beyaz Tebeşirspor a Amedê pêk hat de Sur Belediyespor û Wêranşar Belediyespor hatin hemberî hev. Di lîstikê de Serokê Yekîneya Qulûbên Mezopotamyayê Huseyin Kaya, Serokê TUFAD'ê A. Samet Karakaş, Serokê SASKF'ê Remzî Dayan amade bûn. Lîstikvanên tîmağn beriya maçê ji bo bîranîna 35 welatiyên li gundê Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên tir kve hatin qetilkirin rêz girtin. Lîstikê di bin baranê de dest pê kir. Di lîstikê de Sur Belediyesporê di beşa duyemîn de Wêranşarspor 2-1 têk bir. Pêşbirga lîstika Qoser Belediyespor û Norşinsporê jî ji ber muxalefeta hewayê serbest hate berdan. Serokê Yekîneya Qulûbên Mezopotamyayê Huseyin Kaya, anî ziman ku berê li sehayên sporê û tribunan rageşî û pevçûn hebûn, lê piştî wan yekîne ava kir, di pêşbirgan de bêtir regnê aştî û aramiyê êdî xwe dide der. Bêtir têkiliyên biratî û dostaniyê pêş dikevin. Em armanc dikin ku lîga mînak ava bikin.
Encamên lîstikanDi pêşbirgên Deplasmanê de encama lîstinan wiha ye:
Akdeniz Belediyespor - Melezgirt Belediyespor: 5-1
Nisêbîn Belediyespor - Silopî Belediye Serhatspor: 1-4
Kop Belediyespor - Êlih Belediyespor: 0-5
Sur Belediyespor - Wêranşar Belediyespor: 2-1
Qoser Belediyespor - Norşinspor (ji ber muxalefeta hewayê nelîstin.)
Piştî pêşbirgan Êlih Belediyespor bû yekemîn. Lîga Futbolê ya Qulûbên Mezopotamyayê bi armanca hemû ciwanên ku li dervê lîgê mane dîsa wan bigire nava lîstikan û mexdûriyeta wan derbas bikin hate avakirin.
AMED