Ji bo bîranîna Şehîd Helmet pêşangeh
Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, ji bo bîranîna Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) pêşangehek wêneyan hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Rêkxirawa Niwêger ve hate sazkirin.
Di pêşangehê de gelek tablo û wêneyên ku ji aliyê şêwekarên ji bajar û navçeyên cûda yên Herêma Kurdistanê ve hatibûn çêkirin, hate nîşandan.
Li ser pêşangehê Endama Çand û Hunera Başûr Robar Ehmed axivî û got: “Di sê rojên derbasbûyî de wêneyên Şehîd Helmet li Silêmaniyê hatin nîşandan, îro jî li Seyîdsadiq wêne hatin nîşandan û wê li çend navçe û bajarokên din jî ev pêşangeh werin vekirin. Em ê heya dawiya mehê ji bo bîranîna Şehîd Helmet pêşangehên xwe yên wêneyan berdewam bikin.”
SILÊMANÎ