Pêşangeha Amed a wêneyan 2016 li Sumerparkê li hunerhezan vekirî ye. Projeya “Ji Bo Bîranîn û Fêmkirinê Li Bajêr Binihêre” li 10 bajarên ji hev dûr ên li Tirkiyeyê ji hêla 24 ciwanan ve hat destpêkirin. Pêşengeha wêneyan ya bi navê Amed 2016 li Galeriya Hunerê ya Amedê ya li Sumerparkê li hunerhezan hat vekirin. Pêşengeha ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî beşdar bû, ji hêla xwendekaran ve jî rastî elaqeyeke mezin hat. Pêşengeha ji hêla Navenda Huner û Çanda Anatolyayê ve hat vekirin, wêne û videoyên derbarê koçberî, çand û komkujiyan cih digirin. Hat gotin ku bi xebata 2 salan re ev ciwan hatine gel hev, armanca vê projeyê ew e ku bajarên xwe bidin nasîn.
Çand, koçberî û civak...
Kordînasyona Pêşangeh û Projeyê Latîfe Uluçinar diyar kir ku ew bi vê pêşengehê re cara 2’yemîn di çavçoveya wêne û vîdeoyan de di bin binehişa bajêr de xebateke kolektîf didin meşandin, wêne û videoyên di pêşengehê de cih digirin li ser koçberî, çand, takekesî û civakê ne. Uluçinar herî dawî da zanîn ku yek jî armanca vê xebatê jî ew e ciwanên ji çandên cuda bînin gel hev û bajarên ku lê dijîn bi hev bidin nasîn.
AMED