Boykot bi awayê herî hêsan were terîfkirin, mirov dikare bibêje, ew amûreke zextê ya rêxistinkirî ya civakî, aborî yan jî siyasî ye ku pê mirovek, komek mirov, şirketek yan jî dewletek ji bazara asayî ya ji rêûresmê were derxistin. Ango bi boykota ku Kurd, saziyên Kurdan û dostên wan bang dikin ji bo pêkhatina wê, dewleta Tirk ji vê bazara ji rêûresmê tê derxistin. Kurd, dostên wan û ên ku bi banga wan beşdarî boykotê bibin wê malên Tirk nekirin, neçin Tirkiyeyê ji bo betlane yan jî serdanan. Peyva boycott bi xwe jî xwe dispêre berxwedaneke civakî, çalakiyeke siyasî ya dîrokî: îdarekerekî erdan ê Ingilîz ê ku li Îrlandayê bû, Charles Cunningham Boycott dibe kesê navê xwe dayî vê çalakiyê. Di dema şerê erd û zeviyan de Tevgera Neteweparêz a Îrlandî bi serokatiya Charles Stewart Parnell bang li Îrlandiyan dike ku li ber xwe bidin, bi wî rengî ku sala 1880´yî Landliga û Parnell bi hev re bi ser dikevin ku ti Îrlandî erdên Boycott îcare nekin. Ev çalakiya siyasî bi ser ket û navê xwe jî li vî avayê çalakiyê kir, ango cara yekem Charles Cunningham Boycott bi awayekî serketî hat boykotkirin. Li derveyî Tirkiyeyê boykotkirina mal û berhemên Tirk hêsan xuya jî bike, divê bi baweriyekê were birêvebirin. Em qebûl bikin ku ji savar û çayê heta bi çilekiyên civaka Kurd a li derveyî welêt jî û ya li Başûrê Kurdistanê jî malên Tirk in. Ango em dikarin behsa banînekê, elimandinekê û qismî rêûresmeke civakî bikin. Divê ji bo vê serketina vê boykotê, ev hemû karibin bên çikandin. Çawa ku gundiyên Îrlandî sala 1880´yî karîn erdan îcare nekin, û pê jî bi ser ketin, Kurd, dostên wan û kesên ku bi banga wan hestiyar bibin, dikarin vê bikin. Li derveyî welêt, bi dîqetkirina barkodan, bi neçûna Tirkiyeyê ev bi hêsanî dikare bê kirin di pratîkê de, li ev a ku di pratîkê de bi hêsanî dikare bê kirin, pirr zehmet xwe dide der: "Em elimîne savara malê Tirkiyeyê", "Ez ê bi tenê biçim gundê xwe bibînim", "Divê biçim serdana dê, bav û hwd." ev behane û hincet boykotê dişkînin. Ya rastî ya ku ev nîşan dide ew e ku em hîna bi qasî gundiyên Îrlandaya sedsala 19´an jî bîrewer nînin. Ji ber ku wan karî zeviyên ku pê debara xwe dikir, îcare nekin; lê em nikarin, savara xwe biguherin, em nikarin carekê neçin gundê xwe, em nikarin  carekê neçin dê û bavê xwe û xelk û xizmên xwe bibînin; tevî ku em dizanin ku dema em karibin vê bikin, em ê di berxwedana li dijî dewleta Tirk ku dijminê gelê Kurd û hebûna wî ye gaveke ber bi serketinê ve biavêjin. Ev zêhniyet û bîreweriya ji şexs û wêde, ji bo biserxistina boykotê gelekî girîng e. Li Başûrê Kurdistanê, tevî ku di nava nexasim 10 ta 15 salên dawî de nifşê nû bi neteweperestiyeke xav hat bombebarankirin jî, bîreweriya civakî ya ji bo serxistina doza vê neteweyê bi xwe jî pê re nehat çêkirin. Heger îro hîna mirov li Duhok, Hewlêr û Silêmanî malên Tirk dikirin, heger hîna hin kanalên televizyonan hene ku rêzefilmên Tirk nîşan didin, heger îro rayedar û televizyonên mîna kanalên fermî yên hikûmeta PDK´ê ne, ji dagirkeriya erdên xwe re dikarin bibêjin, "Dewleta Tirk bi cih bû", "Hincetên dewleta Tirk hene", hingê em dikarin bi hêsanî bibêjin, beriya hemaseteke pûç a neteweperestiyeke xav, bîreweriyeke civakî ya ku dost, dijmin, kirinên çê û yên dijminane ji hev derdixin, ji bo serketina her civakê, çi di çarçoveya doza neteweyî de û çi jî di çarçoveyên din ên projeyên siyasî de, diyarker e. Li Bakur, boykot çawa dibe? Bi ya min bikaranîna malên qaçax wê li vir di asta herî jor de be; paşê jî herçî xwarin û berhemên çandiniyê ne dikarin bêyî bazarên fermî ku baca dewletê bê ser bên hilberîn, kirrîn û firotin, ango erase û bazarên gundan wê bi kêra vê bên; rêya din jî wê bibe, kêm kirrîna tiştan, yan jî heger ev nebû, mirov tiştên xwe yên kevin, bide wan kesên ku muhtemel e, tiştên nû bikirin (televizyon, telefonên destan, sarinc, makîneyîn cil şûştinê û wekî din). Lê li Bakur boykot wê herî serketî be dema ku rojname, kovarên Tirk neyên xwendin, neyên firotin, neyên kirrin, li filmên wan neyê temaşekirin û kanalên wan ên televizyonê ji malên Kurdan bên derkirin. Beramberî vê, xwedî derketina Welat a ku çapxaneyeke wê çap bike peyde nake, wê bibe bersiveke baş a ji zextan re û nîşaneke herî girîng ji bo serxistina tevgera boykotkirina dewleta Tirk.